Li gorî plana ku bi pêşniyara Komîsyona YE par hat qebûlkirin, heta Îlona 2017’an divê 160 hezar penaberên ji Sûriye, Iraq û Erîtreyê, ji aliyê welatêne endam ve bên qebûlkirin. Lê belê heta niha bi tenê ji sedî 3’ê vê planê bi cih hatiye anîn.
Li gorî bîlançoya dawî ya Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê Jean-Calûde Jûncker eşkere kir, heta niha hezar 64 penaber ji Îtalyayê, 3 hezar 677 jî ji Yewnanîstanê hatine wergirtin û ev 4 hezar 741 penaber li nava welatên endam hatine belavkirin. Jûncker da zanîn, kapasîteya nû ku welatên endam ji komîsyonê re ragihandiye, bi tenê 13 hezar 500 e.
Welatên herî zêde penaber ji Îtalya û Yewnanîstanê girtine; Fransayê hezar 662, Holanda 617, Fînlandiya 599 û Portekîz jî 478 penaberên ji Sûriye, Iraq û Erîtreyê girtine. Elmanyayê heta niha bi tenê 215 penaber qebûl kiriye.
ANF / BRUKSEL