Bi dehan komele, sendîka û partiyên siyasî piştgirî dan konferansê. Gelek rojnamevan, senator, parlamenter, sendîkavan û parêzvanên mafên mirovan tevlî konferansê bûn.

Ji Tirkiyeyê seroka damezrîner a TÎHV’ê Şebnem Korûr Fîncanci, Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezer, pêşkêşvana ÎMC TV û rojnamevan Banû Guven weke qiseker beşdarî konferansê bûn.

Di konferansê de bi giranî zext û sûcên hikûmetê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê tên kirin, her wiha hevpariya welatiyên Ewropayê ya li van sûcan hatin nirxandin.

‘Medyaya dengê me ragihîne nema ye’

Parêzvana Mafên Mirovan Şebnem Korûr Fîncanci qala hejmara girtiyan, bûyerên îşkenceyê, pêkanînên Rewşa Awarte, qedexeya derketina derve li bajarên Kurdan û hovîtiya li jêrzemînan kir. Fîncanci da xuyakirin, ku binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan di dema dawî de gelekî zêde bûye û got, “Medyayeke ku karibe van ragihîne nema ye. Ya di destê me de ma ye, tenê piştgiriya li qada civakî ye.”

FÎDH kete nava tevgerê

Ji Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FÎDH) Antoîne Madelîn da xuyakirin, ku Tirkiye ji aliyê dewleta hiqûqê ve bi paş ve diçe û got, “Divê Yekîtiya Ewropa danûstandinên ji bo endametiya Tirkiyeyê betal bikin. Ev yek wê gelek encamên aborî bi xwe re bîne. Di heman demê de wê bibe sedem ku Erdogan ji nû ve li ser xwe bifikire.” Madelîn destnîşan kir, ku ji bo sekinandina danûstandinên endametiyê ew ê li Parlamenta Ewropayê bikevin nava hewldanan.

Ji Rêxistina Efûyê kampanya

Alîkara Serokê Şaxê Fransayê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Cecîle Coûdrîoû jî nerazîbûn nîşanî helwesta Erdogan da û destnîşan kir, ku dewleta hiqûqê ji her demê bêhtir di rewşeke xetere de ye. Rayedara Rêxistina Efûyê ragihand, ew ê kampanya îmzeyan a 10 rojan ku her sal bi rengekî kevneşop di meha Kanûnê de dimeşînin, îsal ji bo parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn bimeşînin.

‘YE hevparê sûc e’

Berdevka Tevgera bi hev re ya ji bo Eniya Çep û endama Meclîsa Herêma Parîsê Clementîne Aûtaîn diyar kir, ew piştgiriyê didin têkoşerên azadiyê yên li Tirkiyeyê û anî ziman, li Tirkiyeyê darbeyeke sivîl heye, hewl tê dayîn Kurd û hemû mûxalefet bê bêdengkirin. Aûtaîn da zanîn, hikûmetên Yekîtiya Ewropayê hevparê sûcên rejîma AKP’ê ne.

CGT: Em çareseriya demokratîk dixwazin

Sekretera Konfederal a mezintirîn sendîkaya karkeran a Fransayê (CGT) Gîsele Vîdallet anî ziman, ku ew ji êrîşên li dijî karker û kedkaran gelekî bi fikar in û mesaja enternasyonal da. Vîdallet destnîşan kir, ku ew dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk were çareserkirin.

Rojnamevan Banû Guven jî da xuyakirin, ku Erdogan Rewşa Awarte weke amûreke tesfiyekirina girseyî bi kar tîne.

‘Dawî li hevkariya sûc bînin’

Li ser navê Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî (FÎJ) û Sendîkaya Rojnamevanan a Neteweyî ya Fransayê (SNJ-CGT) Patrîck Kamenka axivî û piştgirî da hempîşeyên xwe yên li Tirkiyeyê. Kamenka bal kişand ser sekinandina weşana Med Nûçe ji aliyê Eutelsatê ve û got, “Ji ber ku Fransayê li dijî girtina Med Nûçe tiştek nekir, hevparê sûcê tê kirin e. Lazim e ev hevpariya sûc a Fransa û Yekîtiya Ewropayê êdî biqede.” 



ANF / PARÎS