Yekitiya Ewrûpayê (YE) bang li aliyên Astana kir ku parastina sivîlên li Idlibê bikin. YE´ê ji Rûsya, Tirkiyê û Îranê xwest ku bi berpirsyarî rabin û parastina sivîlan bikin.
Berpirsa siyaseta derve di YE`yê de Federica Mogherini û nûnerê karêûbarê alîkariyên mirovahî Christos Stilianides di daxuyaniyên xwe de ji rejîma Sûriyê û garantorên Astana (Tirkiyê, Rûsya û Îranê) dixwazin ku di zûtirîn dem de bi erka xwe rabin.
Federica Mogherini û Stilianides ragihand ku nabe di bin her rewşê de êrişî jinan, zarokan û sivîlan bikin û wan talan û wêran bikin, her wiha binesaziya bajêr birûxînin.
Ev êriş nayên qebûlkirin
Berdevka Wezareta Karê Derve ya Emerîka Morgan Ortigas jî roja sêşemê gotibû, "Êrişên li ser sivîlan û binesaziya giştî mîna dibistan, sûk û nexweşxaneyan dê rewşeke kirîtîk çêke û ev yek jî nayê qebûlkirin."
270 hezar kes koçber bûn
Cîgirê sekretera giştî ya NY`yê yê karêûbarê mirovahî Ursula Muller jî got derdora 270 hezar kes ji ber şerê giran ji Idlibê koçber bûne û rêxistinên alîkariyê karê xwe nakin.
IDLIB