Berdevkê Berpirsê Polîtîkaya Cîrantî û Berfirehkirinê ya Konseya Ewropayê Stefan Fule, Peter Stano got; “Em ji van bûyeran gelek bêzar in. Azadiya çapemeniyê yek ji girîngtirîn şertên endamtiya YE’yê ye.”
Berdevkê Berpirsê Polîtîkaya Cîrantî û Berfirehkirinê ya Konseya Ewropayê Stefan Fule, Peter Stano agahiyên girîng dan ANF’ê. Stano got; “Rêzdar Fule jî heman guman û ramanan parve dike. Ew bi xwe jî van pêşketinan ji nêz ve dişopîne. Teqez, ez balê dikişînim ser; YE li hemberî van binçavkirinan ne bê deng e û ji van pêşketinan pir bêzar e.”
Stano bal kişand ku zextên li ser rojnamevanan ne cara yekemîn e û got; “Li Tirkiyeyê yek ji astengiya herî mezin zagon in û ligel vê jî şîroveyên dozgeran ên der barê vê yekê de ne. Divê beriya her tiştê zagona dij-terorê ya dibe sedema girtin û van binçavkirinan bê guhertin. Me di vê meseleyê de ji Wezareta Dadê jî soz girt.”
Berdevk Santo got; ““Rêzdar Fule jî heman guman û ramanan parve dike. Ew bi xwe jî van pêşketinan ji nêz ve dişopîne. Teqez, ez balê dikişînim ser; YE li hemberî van binçavkirinan ne bê deng e û ji van pêşketinan pir bêzar e.”
Stano pirsa “Gelo hûn ê biçin serdana rojnamegerên hatine girtin û binçavkirin?” bersivan û got; “Ez bawer im buroya YE’yê ya Enqereyê van bûyerane ji nêz ve dişopîne, ew ê xebatên pêwîst bikin. Bi heman awayî nunerên welatên endamên YE’yê li Tirkiyeyê hene, ew jî dişopînin.”
Stano bal kişand ku şert û mercên herî girîng ên li pêşiya endamtiya Tirkiyeyê bo YE’yê binpêkirina mafê mirovan, azadiya ramanê û zextên li ser rojnamegerane û got; “Ji ber ku krîterên ku ez qal dikim, girêdayî nirxên YE’yê ne û dest jê nayên berdan.”
Santo destnîşan kir ku divê welatên ku dixwazin bibin endamên YE’yê li ser nirxên YE’yê baldar bin û wiha domand; “Divê sedemê binçavkirina rojnamegerên vê dawiyê bêne aşkerekirin. Ez balê dikişînim ser; divê bi tu awayî tu rojnameger ji ber pîşeya rojnamegertiyê û nûçeyên ku amade kirine neyên girtin.”
Berdevk Peter Santo bersiv da pirsa “Gelo dê Stefan Fule der barê mijarê de daxuyaniyek bide an na?” û got; “Tiştên ku min ji we re gotin, hûn dikarin weke daxuyaniya wî qebûl bikin. Em ê daxuyaniyeke nivîskî jî bidin.”


 ANF/BRUKSEL