Çalakî ji aliyê partiya Yeketiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) ve hate organîze kirin. Bi dirêjahiya meşê dirûşmên 'Bijî berxwedana Kobanê', 'Bijî YPG-YPJ'ê', 'Bijî Serok Apo', 'Bakur, Başûr Rojhilat yek armanc û yek xebat' hatin berz kirin. Girseya vegerîn nava bazarê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê YNK'ê Berpirsê Komîteya Partiya YNK'ê ya navçeya Mexmûrê Reşad Xidir axivî. Xidir wiha got: "Îro em jî weke hemû gelê Kurdistanê yê ku ji bo piştgiriya gelê Kobanê rabûne ser lingan."
Li ser navê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî jî Erdal Alturk axivî û got: "Li Kobanê YPG-YPJ gelê Kobanê berxwedanek ya bi tîpên zêrên têne nivîsin dide. Em bang li hemû gelê kurd, bi taybetî Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê dikin bi lezgînî piştgiriya Kobanê bikin." Piştî daxuyaniyê çalakî bidawî bû.


MEXMÛR