YEKO ARDIL / BERLÎN

Li paytexta Elmanyayê Berlînê sazî û rêxistinên siyasî û civakî yên Kurdan bi babeta piştgiriya liberxwedana li Rojava û bakurê Suriyeyê civiyan.

Di civîna li navenda Komeleya Kurdên Rojava de nûnerên sazî û rêxistinên weke YNK, Partiya Komunîstên Kurdistanê (KKP), Partiya Komunîstên Kurd – Iraq, KCDK-E, AWADANÎ, Komelaya Kurdên Rojava, Navenda Civaka Kurdistaniyên Azad (NCKA), DEST-DAN, PYD Berlîn, Nûnertiya Elmanyayê ya Bakurê Suriyeyê û gelekên din beşdar bûn.

Di cîvînê de nûnerê karên derve û berpirsê dîplomasiya bakurê Suriyeyê Ehmed Şêxo li ser rewşa dawî ya bakurê Suriyeyê û terora dewleta Tirk a li dijî gel agahdarî dan.

Di civînê de nûnerên saziyan û rêxistinên siyasî li ser damezirandina Platformeke Rêveberiya Çalakiyên li Berlînê yên li dijî êriş û dagirkirina Rojava bêne lidarxistin, li hev kirin. Li gorî biryarê ev Platform wê ji bo birêkxistina çalakiyan û xebatên cihêreng yên ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê kar bike.

Qedera Kurdan diyar dibe

Ji beşdarên civînê Silêman Hajî (PYD Berlîn) got, “Me bang li hemû sazî û rêxistinan kir, bi pirranî jî erênî nêzîk bûn. Ev jî cihê kêfxweşiyê ye. Lewra hemû jî baş dizanin ku ev dem û ev êrişa hovane ya dewleta Tirk wê qedera Kurdan diyar bike.”

Ji Cemaeta Kurd a Berlînê Kenar Abdullah jî got, “Cihê dilşadiyê ye ku hinde nûnerên saziyan civiyan. Di encamê de platformek hat damezrandin û ji nav wê jî komîteyeke birêvebirina xebatan hate hilbijartin.”

Ji AWADANÎ Zahîr Xoşnaw got, “Niha me biryara nivîsandina nameyekê da û em ê vê nameyê bigihînin sefaret û nûnergehên hemû welatan. Em ê hewl bidin ku di demeke herî zû de qed nebe êrişên esmanî li dewleta dagirker bên qedexekirin.”

Ji Partiya komunîstên Kurd – Iraq jî Heval Kardu got, “Em dixwazin ji derveyî nêrînên siyasî û îdeolojîk bi mebesta parastina Rojavayê Kurdistanê bi hev re kar bikin. Her kesê xwe mirov dibîne li gel Kurdan û Rojava cih digire.”