Piştî kuştina Qasim Silêmanî rewş her diçe giran dibe û tirs heye wê li ku biteqe. Îranê bê sînor dest bi xebatên nukleerî kir û NATO di nava fikaran de ye.
Di dema merasîma cenazeyê Qasimî li Tehranê de Îranê sondên tolhildanê xwar û li Kenyayê jî êrişa li dijî Emerîkayê Koma Şebaban girt ser xwe.
Piştî ku Emerîkayê Qasim Silêmanî kuşt, rewşa tengezar her diçe ditengije û metirsî heye, ber bi qonaxeke giran ve biçe. Îran gefan li Emerîkayê dixwe, Emerîka jî dîsa bi gefxwarinê bersiv dide. Geh Emerîka dibêje, wê li 52 hedefên Îranê bide, Îran jî dibêje bi qasî ayetên Quranê wê li hedefên Emerîkayê bide. Li ser rewşê gelek şirove têne kirin û gelek îhtimal li ber çavan têne girtin. Jixwe biryara parlementa Iraqê ya derxistina hêzên biyanî ango hêzên Emerîkayê ji Iraqê wê çawa bi encam bibe pêşbîniya wê nayê kirin.
Di demeke welê de dewletên li bin banê NATOyê dicivin. Civîn di asta sefîran de ye. 29 dewlet têne cem hev. Ev civîn herçiqasî heftane têne kirin jî lê vê carê di rewşeke awarte de pêk tê. Ji ber ku Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg dema banga xwe ya ji bo sefîrên Tifaqa Atlantîkê kir qala awartebûna civînê kir.
Piştî ku generalê Îranê Kasim Suleymanî ji aliyê DYE’yê ve li Bexdayê hate kuştin, NATO roja Înê xebatên xwe yên li Iraqê dabû sekinandin.
Îran sondên ‘tolhildanê’ dixwe û diyar dike ku di dem û cihekî guncav de wê li DYE’yê bide. Serokê DYE’yê Donald Trûmp jî gefan dixwe ku wê li 52 tesîsên çandî yên Îranê bide. Lêdana tesîsên çandî dikeve kategoriya sûcê şer. Yanî êdî qala şerekî bi rêzik û pîvan tê kirin.
Îranê xebatên nukleerî rewan kir
Di vê navberê de li gel gefên ku her du alî li hev dixwin, rejîma Îranê piştî kuştina Silêmanî di çarçoveya peymana nukleerê de qonaxa “pêncemîn û dawî” da destpêkirin. Hate eşkerekirin ku li gorî vê qonaxê hemû astengiyên li pêşiya hejmara santrîfuj a ji bo dewlemendkirina ûranyûmê hatine rakirin.
ç