
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên li Geliyê Masîro de ya li Wanê yek jê serbaz 10 eskerên Tirk hatine kuştin û 6 esker jî birîndar bûne.
Navendêbi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker 23’ê Cotmehê berê sibehê li Wanê li Geliyê Masîro operasyonek daye destpêkirin û di bombekirinê de gerîlayê bi navê Mawa şehîd bûye. HPG´ê got, piştî bomberdûmanê gerîlayan li eskerên xwestine di bejahiyê re bikevin deverê xist û yek jê serbaz 6 esker kuştin û 6 eskerên din jî birîndar kirin. HPG´ê da zanîn ku li vir jî gerîlayê bi navê Ronî jiyana xwe ji dest daye, belê hêzên dewleta Tirk piştî ku derbên giran xwarine, neçar ji herêmê vekişiyane. Di hewldanên paşê de jî gerîlayan careke din derb li eskeran xist û 4 eskerên Artêşa Tirk a dagirker ên din kuştin û kirin ku berêvarê operasyon bişike.
Li Mehsertê gerîlayan li artêşa Tirk xist
HPG´ê da zanîn ku 24’ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker li Mehsertê ya ser bi Mêrdînê, li 12 gundan qedexeya derketina derve ragihandiye û li qada bejahiyê operasyon daye destpêkirin. Heman rojê gerîlayan danê sibehî derb li yekîneyeke eskerên tirk xist, herî kêm eskerek kuşt û didu jî birîndar kirin.
HPG´ê wekî din da zanîn ku 25’ê Cotmehê li Geverê, gerîlayan li dijî girê Bayê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de ku mewziyên eskerên Tirk de herî kêm eskerek hatiye kuştin.
Gerîlayên YJA Starê jî 24’ê Cotmehê danê êvarê li qereqola Serbest a Qilebanê ya Şirnexê bi çalakiyeke suîqastê eskerekî Tirk kuşt.
Nasnameyên gerîlayên şehîd
HPG´ê nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dayî jî wiha eşkere kir: Mawa Torî (Mucahît Akgun) ê li Îdirê ji dayik bûyî 23’ê Cotmeha 2017´an li Wanê şehîd bû; Ronî Aşkan (Taner Kaçak) ê li Wanê ji dayik bûyî 23’ê Cotmeha 2017´an li Wanê şehîd bû.
ANF / BEHDÎNAN