Şervanên QSDʹê li taxên Emîn û Sekene yên navenda bajar û taxa Nehde ya rojavayê bajêr, derbên giran li çeteyan dixin û bi pêş ve diçin. Li wan taxan şerên giran rûdidin. Li Taxa Emîn 11 çete hatin kuştin. Hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê ket roja xwe ya 95ʹan û şervanên QSDʹê di nîvê bajarê Reqayê de bi pêş ve diçin, pê re jî derbên giran li çeteyan dixin. Li taxên Emîn û Sekene yên li navenda bajêr û taxa Nehde ya li rojavayê bajêr di navbera şervanên QSDʹê û çeteyên DAIŞʹê şer dijwar e.  Şervanên QSDʹê bipêşveçûna xwe didomînin.

Çeteyan li Taxa Emîn bi armanca ku çeperên şervanan li ser wan ferz kirî bişkînin, êrîş kirin. Koma ku êrîş pêk anî ji 11 çeteyan pêk dihat. Hêzên QSDʹê bersiva koma êrîşkar da û hemû çete hatin kuştin. Şerê li navenda bajêr û rojavayê bajêr dema nûçeya me dihat amadekirin jî dewam dikir. 


 REQA