Federasyona Komeleyên Kurd ên li Almanyayê(YEK-KOM) ji bo kampanya "Bila nasnameya Kurd li Elmanya jî Werê Naskirin" lez da xebatên xwe. YEK-KOM´ê berî rûniştina ku di 15´ê Cotmehê de li Parlamena Federal a Almanyayê li ser kampanyayê were lidarxistin hewldanên xwe berfireh dike. Di çarçoveya kampanyayê de li bajarê Stuttgartê li navenda komeleya Çand û Hûnera Kurd a Mezopotamyayê civînek hate lidarxistin. Tevî nûnerên rêxistinan, dostên Kurdan û kesayetên cuda jî tevlî civînê bûn.
Di civînê de Serokê YEK-KOM´ê Yüksel Koç û Cîgirê Serokê YEK-KOM´ê Bahaddîn Dogan amade bûn.

Xebata bi salan a kampanyayê
Serokê YEK-KOM´ê Koç di civînê de axivî û der barê kampanya ku bi armanca bidestxistina statuya Kurdan dane destpêkirin agahî dan.
Koç, bal kişand li ser girîngiya kampanyayê û encamên ku heta niha bi dest xistine û da zanîn ku îro bi qasî 200 sazî û rêxistinên siyasî û kesayetên cuda piştgiriyê didin kampanyayê. Koç da zanîn ku ji bo kampanyayê di 2011´an de nezî 60 hezar îmzeyên ku kom kirine û şandine Parlamena Almanyayê û di sala 2012´an de jî ji 16 eyaletên Almanyayê re der barê kampanyayê de name şandine.

Ji bo rûniştina 15´ê Cotmehê bang

Koç di axaftina xwe de bibîrxist ku wê di 15´ê Cotmehê de li Parlamentoya Hikûmeta Federal a Almanyayê rûniştinek pêk were û ji bo rûniştinê ji hemû kurdan piştgirî xwest. Koç diyar kir ku divê hemû sazî,rêxistin û kesayetên piştgiriyê didin vê kampanyayê li eyaletan komîteyan avabikin û bi rêya van komiteyan xebatê bimeşînin û xwedî li nasnameyê û mafê xwe yên netewî derbikevin.
Serokê YEK-KOM´ê Yüksel Koç di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Divê em kampanyaya ku me daye destpêkirin bi ser keve. Encamên kampanyayê ji bo paşeroja gelê Kurd girîng e. Bi encamên vê kampanyayê Kurd wê di qada navnetewî de bibin xwedî rolekê girîng."

Komîte hate sazkirin
Di civînê de her weha ji bo eyaleta başurê Almanyayê komiteyek ji nunerên sazî û rêxistinên ku nûnerên YEK-KOM, AGIF, AGIT, Komeleya Kormeşiya, Dersîm Spor, Federasyona Dersîmê, Komeleya Çarçira, Koma Goran, Yeni Ozgurpolitika, Rojnameya Yaşanacak Dünya, Civata Kurd a Stuttgartê, Meclisa Aştiyê a Stuttgartê, Adef, Dersîm 37-38 û her wiha gelek kesayetên li ser navên sazî û dezgehên demokrat cih digirin hate sazkirin.  Civîn bi pirsên beşdaran yên der barê kampanyayê de bi dawî bû.


ABDURRAHMAN KARATAŞ / STUTTGART