Salih Cuma PÎR Tifaqa AKP-MHP´ê di vê pêvajoya hilbijartinan de ewqasî zor li wan dibe ku her roj waedeke din a hilbijartinan dikin. Desthilatdariyeke 16 salan, weke ku heta îro hinan nehiştibe bike, behsa biryar û pêkanînên di nava rojekê dikarin pêk werin, dike û dibêje, ew ê wan piştî hilbijartinan bike. Helbet kes ji vê bawer nake. Heta, mîna ku henekê xwe bi xelkê bikin, gotin, piştî hilbijartinan di warê edalet û demokrasiyê de wê rewş baştir bibe. Weke ku ne ew bin ên ku kurtêlên ji ber edalet û demokrasiyê mayî tine kirine, axaftin kirin ku berevajiya fikra wan û planên wan ên piştî hilbijartinan bûn, waedên bi heman rengî kirin. Serokwezîrê AKP´ê yê profîla kêm û nizm, bi gotina wî bi xwe, serokwezîrê dawî, weke ku tevahiya waedên hilbijartinan bêtesîr mabin, gotinên ku ji wî û bavê wî zêdetir in, kirine. Gotiye, êdî kes naçe çiyê, beşdarî nîne, teror êdî ji rojeva Tirkiyeyê ketiye. Ma em çi bibêjin, gotineke Tirkan heye "mirîşka birçî xwe di kewara zad de dibîne". Ev kesê ku xwe li tiştan diqewimîne û ti car nabe serî, her roj dibêje, me li filan deverê operasyon kir, li bêvan deverê evqas kuştin, niha jî got, wan gerîla nehiştine û ji rojeva Tirkiyeyê xistine. Ya ku em jê fêm dikin ew e ku tirsa ku wê di hilbijartinan de bi bin bikevin, kiriye ku gêj bibin. Bi awayekî gêj derewan dikin. Muhtemelen ji xwe re dibêjin, ji hilbijartinan re hindik wext ma, di vê dema kurt de em ê beşek ji civakê bixapînin. Jixwe, têgihiştina wan 'piştî hilbijartinan tofan' e. Jixwe, xwe amade dikin ku piştî hilbijartinan zemên wisa bikin, dema mirov bibihîsin, dibe ku ji ser hişê xwe biçin. Mîna Kemal Derwîş, ew ê devaluasyoneke wisa bikin ku civak bi carekê bibîne ku xizan bûye. Ji biharî ve gerîlayan bi sedan esker kuştin. Heger em ji gotinên Binali Yildirim bawer bikin van eskeran hin kesên ku ji Efrîka yan jî Emerîkayê tên, dikujin. Yan jî esker xwe bi xwe dikujin. Gerîla li her devera Kurdistanê çalakiyan dike. Jixwe, ew bi xwe jî daimî nûçeyên kuştina eskeran diweşînin. Hemûyan neweşînin jî, bi ya ku diweşînin, nîşan didin ku şer li her deverê dewam dike. Herçî ciwan in, ew ji her deverê tevlî nav refên gerîla dibin. Bi wî rengî ku dewleta Tirk ji bo ku pêşiyê li beşdariyê bigire dîwaran li ser sînoran lê dike. Ji bo ku beşdarî nebe, gelekî dixebite, lê nikare pêşiyê li beşdariyê bigire. Yanî, derew sêwî ye, berê wê bi ku de kirine çûye, lê dawiya wê bihost û çar tilî ye. Têkoşîna azadiyê ya Kurdan ewqasî xwe berdaya nava civakê ku heta Kurd negihîjin jiyana azad û demokratîk, ne wê tevlîbûna nav refên gerîla ya ciwanan raweste ne jî têkoşîna azadiyê ya Kurdan. Binali Yildirim weke serokwezîrên berê dibêje, va xelas bû, ha xelas bû. Jixwe, heger têkoşîna azadiyê ya Kurdan bihata tinekirin, ma Tayyip Erdogan ragihandina wê hîç ji Binali Yildirim re bihişta?! Jixwe, Tayyip Erdogan her roj dibêje, filan rojê em ê bikevin filan deverê û pê re dibêje ku ew ê şerî belav bike. Bi ser vê de jî ew her roj delêliya wê yekê dike ka her roj çend gerîla qetil kirine. Heger serokkomarek ketibe vê rewşê, naxwe halê wî pirr zehmet e. Bêguman, ya ku Erdogan û desthilatdariya AKP-MHP´ê xistiye rewşeke zehmet, gerîla ye; Tevgera Azadiyê ya Kurdan e. Ya ku berê desthilatdariya AKP´ê da hilbijartinên pêşwext, krîza aborî û pirsgirêkên giranbûyî yên siyasî ne ku di şerê wê yê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan de pê re rûbirû maye. Armanca wan bi hilbijartinên pêşwext ew e ku ser van pirsgirêkên giran bigirin û siyaseta xwe rewa bikin. Lê belê di nava vê meha dawî de hat dîtin ku faşîzma AKP-MHP´ê wê dihilbijartinan de têk biçe. Niha ji bo ku di hilbijartinan de têk neçin her rê û rêbazê diceribînin. Bi wî rengî ku di dawiya dawî de ew derewa ku diviyabû nebêjin jî ji neçarî gotin. Wan got, têkoşîna azadiyê ya ku ev 40 sal in dewam dike, wan ji rojeva Tirkiyeyê derxistiye. Helbet wê di bin vê derewê de bimînin. Berê jî hinekan got, wan PKK lawaz kiriye, heta piştî bêbextiya navneteweyî ya sala 1999´an hinan got, PKK nema. Lê belê ev yek derkete holê; PKK her çû xurt dibe. Binali Yildirim bi gotinên, tevlîbûna nav refên gerîla çênabe, ciwanên Kurd tehrîk kirin. Muhtemel e ku piştî vê axaftinê tevlîbûna nav refên gerîla ji berê jî zêdetir bibe. Gelo li Tirkiyeyê dozger wê dozê li Binali Yildirim vekin ji ber ku wî ciwan tehrîk kirin û ciwan bêhtir tevlî nav refên gerîla bibin? Li Tirkiyeyê, milet dikare ji derewên din bawer bike, lê yek derew heye ku xelk jê bawer neke, ew jî gotina, ji rojevê derxistina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Lewma, her roj li gelek deveran şer diqewime. Pirraniya eskerên tên kuütin li raya giştî eşkere nekin jî qismekî jê ji neçarî eşkere dikin. Em nikarin zanibin, lê belkî jî dema ku ev nivîs hat nivîsandin yan jî çû ber destê xwendevanî, li gelek deveran şer qewimîbe û esker hatibin kuştin. Du hêzên eskerî şerê hev dikin. Heger îdîa dikin ku gerîla hatin kuştin, hingê divê esker jî hatibin kuştin. Tebîeta şerî bi xwe vê wiha ferz dike. Tirsa di 24´ê Hezîranê de têkçûnê, girtiye tifaqa AKP-MHP´ê. Ji ber vê yekê her roj waedên biaqilan nekevin, dikin. Derewên ter, virên bêxwê dikin. Lê belê tirsa wan wê çarenûsa wan neguhere. Tifaqa AKP-MHP´ê wê di van hilbijartinan de têk biçe. Binali Yildirim jî wê weke siyasetvanê ku derewa herî mezin a dîroka Tirkiyeyê kirî, di rûpelên dîrokê de cihê xwe bigire.