Rizgar Êrsî: Dewleta Tirk Kurdekî azad qet qabûl nake. Derfetên navxweyî û derve hemûyan bikar tîne û li ser gelê me qirkirinê dimeşîne. Ji bo ku em hebûna xwe bi dest bixin tenê rêyek heye, ew jî berxwedan e.
Heke qonaxa Xweseriyê nebûya niha me ne dikarî behsa Rojava bikin, ango têkoşîna me jî wiha mezin nedibû. Ji bo vê di dîroka têkoşîna me de pêvajoya rêveberiyên xweser pêvajoyek zêrîn e diviyabû were meşandin.
Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê Rizgar Êrsî ji radyoya Dengê Welat re axivî. Êrsî, pêvajoya xweseriya demokratîk, êrişên dagirkerî û qirkirinê, berxwedana gelê Kurd nirxand û got; “Bi hezaran mirovên me kuştin, gundên Kurdistanê şewitandin, penaber kirin, xistin zindanan, êşkence kirin. Ji bo parastina hebûna xwe tenê rêyek li pêşiya me ye, ew jî berxwedan e.”
Êrsî di destpêkê de şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anîn û got, “Gava heval Sara şehîd bûbû, Serok Apo dest bi qonaxeke nû ya diyalogê kiribû, lê wek her carê dewleta faşîst û dagirker a Tirk careke din li pey bêbextiyê bû. Beriya ku Serok Apo banga agirbestê bike, dewleta faşîst a Tirk ji bo derbê li tevgera azadiyê bide, heval Sara kir armanc, xwest pêvajoyê sabote bike, ji ber vê Serok Apo got; ‘Ev êriş li dijî min in’. Careke din xwestin qirkirina gelê Kurd bidomînin.
Dewleta Tirk di ser qirkirina gelê Kurd re dixwaze hebûna xwe bidomîne. Bi hezaran mirovên me kuştin, gundên Kurdistanê şewitandin, penaber kirin, xistin zindanan, êşkence kirin, lewra li Kurdistanê pênaseya Kurdbûnê heta dar û berê wê jî qebûl nakin. Kurdekî azad qet qabûl nake. Derfetên navxweyî û derve hemûyan bikar tîne, piştgiriya hêzên hegemonîk digire û li ser gelê me qirkirinê dimeşîne. Ji bo ku em hebûna xwe bi dest bixin tenê rêyek heye, ew jî berxwedan e, lewra tevî êrişan hemûyan em nikarin dev ji doza azadiyê berdin.”
Berxwedana gel li dijî qirkirinê ye
Fermandarê HPG’ê Rizgar Êrsî, bal bire ser êrişên qirker ên dewleta Tirk û got, “ Di merhaleya şerê gel ê şoreşgerî de pêwîst bû ku Bakurê Kurdistanê derbasî qonaxeke nû ya têkoşînê bibe, ji ber vê berxwedana rêveberiyên xweser dest pê kir. Dewleta Tirk jî bi rêya çeteyên DAIŞ‘ê dixwest dest werde herêmê, bi vê re jî pêşî li pêvajoyê bigire. Çawa ku li Srî Lanka Pilingên Tamîlan tine kir dewleta Tirk jî bi heman taktîkê li aliyekî dixwest ku nîşan bide pêvajoya diyalogê dewam dike li aliyê din jî gerîlayên azadiyê tine bike, ji ber ku plansaziyên çokdanînê bi pêş xistibûn. Pêvajoya xapandinê û wext qezenc kirinê bû, lewra dewleta Tirk di şerê gerîla de pir lewaz ketibû. Armanca dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd bû. Di pêvajoya berxwedana rêveberiyên xweser de konsepteke pirr zexel ku karibin tevgera azadiyê tasfiye bikin, di pratîkê de bû. Di merheleya şerê gelê şoreşgerî de pêwîst bû ku Bakûrê Kurdistanê derbasî qonaxekî nû ya têkoşînê bibe ji ber vê berxwedana rêveberiyên xweser dest pê kir. Heke nebûya wê çaxê ev berxwedana li hember DAIŞ‘ê û sîstemê, di heman demê de berxwedan û îradeya ku hatiye raber kirin, zêde bi pêş neketibaya.“
Gel û gerîla bi hev re
Endamê Fermandariya HPG’ê Rizgar Êrsî got gerl û gerîla bi hev re bi dinyayê dikarin: “Di cîhekî de gel û gerîla bi hev re bin, dinya hemû jî li hember bisekine û bê ser, ti carî nikare vê tevgerê tine bike. Ji ber ku tevgereke ji pola hatiye hûnandin. Pêvajoya berxwedana rêveberiyên xweser jî bi vî awayî dest pê kir. Heke ew qonax nebûya niha me ne dikarî behsa Rojava bikin, ango têkoşîna me jî wiha mezin nedibû. Ji bo vê di dîroka têkoşîna me de pêvajoya rêveberiyên xweser pêvajoyek zêrîn e diviyabû were meşandin. Pêvajoya serketinê ye. Heke bi sedsalan civakek hatiye parçekirin, qetilkirin, ti derfeta jiyanê jê re nehiştine, wê demê divê berdêlên mezin jî bide ber çavên xwe da ku têkoşîneke mezin bimeşîne.”
Fermandarê HPG’ê Êrsî bal kişand ser welatparêz û ciwanên ku li girtîgehan dîl tên girtin jî û got, “Êrişên li dijî dîlên azadiyê di rastiyê de lewaziya dewleta Tirk nîşan dide. Wate û girîngiya têkoşînê li zindanan de pirr bi nirx e. Di nava dorpêça dijmin de heke têkoşînek wiha mezin hebe û tirseke mezin bi dijmin re çêke, ev jî hêz û felsefeya têkoşîna me nîşan dide. Dijmin dizane, heke hepsan vala bikin îrade û hêza ku hatiye ava kirin dikare her derî feth bike. Rojane li hepsan, li hember faşîzmê berxwedaneke mezin tê kirin. Em dikevin serdemeke nû û girîng. Wek gerîlayên azadiyê ji bo pêkanîna daxwazên gelê me, em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Hêvî û daxwaza Rêber Apo, tevahiya hevalên me yên li hepsan ji bo welatekî azad em ê bi têbikoşînê pêk bînin.”
ANF/BEHDÎNAN