Li bajaroka Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê bi tevlîbûna gellek partî û rûspiyên herêmê “Platforma Minaqaşeyên Demokratîk” a ku heta sibê (yekşem) dewam bike, doh bi bi nîqaşên cihêreng dest pê kir. 

Li bajarokê Rimêlan ê Kantona Cizîrê bi tevlîbûna nûnerên gelek hêzên siyasî yên mûxalîfên Sûriyeyê “Platforma Minaqeşeyên Demokratîk ên Sûriyeyê” destpê kir.

Piştî deqeyekê rêzgirtinê Hevserokê Kantona Cizîrê El-Şêx Himêdî Deham El-Hadî bi xêrhatina beşdaran kir. Di destpêka axaftina xwe de spasiya beşdaran kir û got, ew ji vê platforma li ser siberoja demokratîk a gelên Sûriyeyê gelekî bi hêvî ye. Deham El Hadî destnîşan kir, ku platform wê bibe destpêka çareseriya aştiyane û ji holê rakirina aloziya li Sûriyeyê be.


Foza Yûsif: Ev şerekî xwînmijiyê ye

Piştre Foza Yûsif axivî û di destpêka axaftina xwe de cangoriyên azadiyê bi bîr anî. Yûsif bi vê rengî peyivî: 

Li herêmê şerê cîhanê yê sêyemîn tê meşandin û navenda vî şerî xaka me û welatê me ye. Tevî 5 salên aloziya Sûriyeyê lê mixabin hetanî niha tu çareserî ji bo êş û azarên gelê me nehatiye peydakirin. 

Şerê li herêmê û taybet li Sûriyeyê şerekî hegomonîk e, hêzên ku li Sûriyeyê şer dikin ne ji bo berjewendiyên gelê Sûriye, lê belê ji bo berjewendiyên xwe kar dikin. Tu projeyên çareseriyê di destê wan de tune ne, lê belê dixwazin rewşê li gorî eyar bikin. Ev jî dibe sedema ku bobelatên mezintir çêbibin. Ev şerekî xwînmijiyê ye.”


Li ser 4 xalên sereke bisekinin

Her wiha Foza Yûsif diyar kir ku ew ê di civîna du rojan de li ser 4 xalên sereke bisekinin û 4 xal wiha bi rêz kir: “Rastiya dewleta neteweyî, Neteweya Demokratîk, Tecrûbeya Rêveberiya Xweser û Sîstema Federaliya Demokratîk. Eger em van her çar xalan baş nîqaş bikin em ê karibin baş rastiya naveroka sîstema Federaliya Demokratîk ku em wê wekî çareseriya herî guncaw dibînin, fam bikin. Em ê her wiha bêhtir bikaribin rewşa siyasî li Sûriyeyê analîz û şîrove bikin û bi xurtahî li hemberî gelek zehmetiyan bisekinin.”


’Federalî misgoriya avakirina Sûriyeke demokratîk e’

Sekreterê Giştî yê partiya Guhertinê Mustefa Qelecî da zanîn ku federalî misogeriya avakirina Sûriyeke demokratîk e.

Mustefa Qelecî da zanîn ku sedema kûrbûna aloziya Sûriyê ew e ku sîstemeke demokratîk ku tê de, mafê hemû pêkhateyên herêmê bêne parastin nîne, her wiha destnîşan kir ku encax bi saya sîstemeke demokratîk aloziya Sûriyê bi dawî bibe.

Qelecî destnîşan kir ku Sîstema Federal misogeriya avakirina sîstemeke demokartîk dûrî netewperestî  û olperestiyê û wiha axivî: ”Di di vê sîstemê de, hemû pêkhateyên Sûriyê beşdar dibin.”


Elûş: Gelê Sûriyê azadiya xwe di Rêveberiya Xweser de dît

Endamê Partiya Kar a Komunîst Hesam Elûş da zanîn ku gelê Sûriyê azadî û demokrasiya xwe di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, dît.

Hesam Alûş di platformê de, axivî û da zanîn ku gelê Sûriyê  di lêgerîna azadî û demokrasiyê de ye û ev tişt got: ”Gelê Sûriyê azadiya xwe di tecrubeya Rêveberiya Xweser de dît, ji ber ku ev sîstem mafê hemû pêkhateyên herêmê diparêze û bi awayekî hevbeş, rêveberiya xwe dikin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN