EGÎD EREN Cejna Karker û Kedkaran 1’ê Gulanê ji ber krîza vîrûsa koronayê îsal bi sînorkirin û qedexan dest pê bike. Tevî vê rewşê jî, sazî û dezgehên Kurd ên li Ewrûpayê wê bi çalakiyên nû û cihê xwe ji çalakiyên 1’ê Gulanê nehêlin û bi van çalakiyên xwe daxwazên xwe bidin xuyakirin û bihîstin. Em bi endamên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewrûpayê re li ser plansaziya wan a çalakiyan peyivîn û wan got, krîza vîrusa koronayê bandor li bi milyonan kedkarî kiriye, û beramberî vê rewşê divê tevna piştgiriyê bê xurtkirin. Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) da zanîn ku bi her halî ew ê 1’ê Gulanê pîroz bikin. Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur da zanîn li deverên destûr hatiye girtin, ew ê çalakiyên xwe bi komên piçûk bikin, û ew ê tevî Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li her devera ew lê bi rêxistin in, tevî rêxistinên antîkapîtalîst, rêxistinên jin û ciwanan li meydanan bin. Göksungur, got, ew ê di ser medya civakî re jî kampanyayê bi rê ve bibin: “Her kes wê pankart û afîşên li ser girîngiya 1’ê Gulanê bi şaneşînê malên xwe ve bike.” Wê got, li gorî şertan û derfetên heyî ew ê çalakiyan organîze bikin. 1’ê Gulanê çalakiyan bike
Hevserokê Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Ewrûpayê (ATÎK) Suleyman Gurcan, bang kir ku her warê jiyanê bibe meydana 1’ê Gulanê; û banga wan jî “Li hemberî li mal bimîne; slogana me 1’ê Gulanê çalak bimîne ye”. Bi van çalakiyan armanc ew e daxwazên karkeran bên bihîstin. Daxwazên ATÎK wê ji bo kedkarên li Ewrûpayê bide bihîstin jî ev in: • Ji bo tevahiya kedkarên xizmeta tenduristiyê divê şertên kar ên ewle û bi sihet bên misogerkirin, têra xwe malzemeyên xweparastinên bidin wan • Dîtina keda jinan a nedîtîkirî û biserxistina wekheviya mûçe • Bi milyonan mirov koçber in. Wargehên penaberan bila bên girtin û mafê wan ê li malên ewle bimînin bê qebûlkirin, û mafê wan ê îqametê jî hebe. • Li şûna hêza kar a erzan, bila mafê ji bo heman karî heman mûçe hebe. Karwan û mîtînga di înternetê de
Endamê Meclîsa Partiya Yeşil Sol (Çepa Kesk) yê ji Derveyî Tirkiyeyê berpirsiyar Mehmet Cengiz got, ew ê bi mijara “Mêhtingeriya li ser xweza û kedê êdî bes e” 1’ê Gulanê pîroz bikin. Wî ji bo çalakiyên din jî got, “Em bi destûra komeleya Leben und Arbeit a li Frankfurtê beşdarî çalakiya karwanê erebeyan bibin. Yekîtiya Sendîkayên Elman DGB jî wê saet 11’an mîtîngeke li ser înternetê organîze bike.” Em daxwazên xwe bidin bihîstin
Hevserokê damezrêner ê Partiya Sosyalîst a ji nû ve Rizgariyê (SYKP) û endamê koordînasyona wê ya Ewrûpayê Tuncay Yilmaz jî got, “Vê 1’ê Gulanê em bang li karker, karmend, bindest û dostên kedê hemûyan dikin ku roja 1’ê Gulanê ji malê, ji şaneşînê, ji pencereyê, ji înternetê, bi telefonê, li kolanê, li fabrîka, li nav zevî, li dibistan û deverên lê ne, li dijî kapîtalîzmê daxwazên xwe îfade bikin û têkoşîna xwe xurt bikin.” Yilmaz daxwazên xwe jî weha îfade kirin: • Xizmeta sihetê ya bêpere ji bo her kesî! • Bila heqê madî yê karê ku di rojên koronayê de dikeve ser milê jinan bê dayîn, bila li malê dabeşkirineke wekhev a kar hebe! • Heta pêşî li pandemiyê bê girtin, ji bilî sektorên mecbûrî, li wan ên din hilberîn bila raweste! • Derxistina ji kar bila bê qedexekirin, bila destûra bi mûçe bidin karkeran! • Ji bo yên di sektorên mecbûrî de kar dikin bila tevdîrên maksîmûm bên girtin! • Bila ji zengînan baca “piştgiriya koronayê” bê girtin! • Bila dev ji çandinî û sewalkariya îndustriyel û bikaranîna sotemeniyên fosîl bê berdan! • Sînor bila vebin, wargeh vala bibin; mafên wekhev bidin penaberan!