Endama Desteya Rêveber a MSD’ê Rojîn Remo têkildarî vekirina buroya Hesekê got, wan plan kiribû ku merasîmeke berfireh ji bo vekirina yekem buroya xwe li dar bixin û diyar kir ku ji ber merasîmên şehîdan û êrîşa bombeyî ya li Qamişlo wan merasîm û şahî li dar nexistiye.
Rojîn Remo da zanîn ku li Hesekê gelek netew û mezheb hene û armanca wan ji vekirina buroya li Hesekê zêdekirina kar û xebatên xwe yên rêxistinî di nava hemû beşên civakê de ye.
Têkildarî mijarê endamê MSD’ê Cîhad El-Licî got, armanca MSD’ê pêk-anîna hêviyên gelê Sûriyê û avakirina Sûriya demoraktîk a azad e ku mafê hemû pêkhateyan biparêze.
HESEKE