Cenzeyê şervana YPJ’ê Şoreş Memo (Canda Welat) ya ku di 3’ê Sibatê de li taxa Şêxmeqsûd a Helebê di encama bombebarana rejîma Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest, ji aliyê bi hezaran kesî ve li Efrînê hate definkirin.
Şervana YPJ’ê Canda Welat di 3’ê Sibatê de di encama bombebarana balafirên hêzên rejîma Sûriyeyê ya li ser benda kontrola YPJ’ê ya li devera Seken Şebabî ya Taxa Eşrefiyê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Canda Welat di heman rojê de anîn Kantona Efrînê. Cenazeyê Canda Welat ku yekem şervana YPJ’ê ya li Helebê jiyana xwe ji dest daye, li nexweşxaneya Avrîn a Efrînê hate bicih kirin.
Îro cenazeyê Canda Welat ji aliyê bi hezaran kesên li ber nexweşxaneya Avirîn kom bûn ve hate wergirtin. Girseya gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalalan, şervana YPJ Canda Welat û şervanên YPG yên di parastina Rojava de jiyana xwe jidest dane vekir. Her wiha alên TEV-DEM, YPJ, YPG û saziyên sivîl hilgirt û bê navber dirûşme berz kir. Cenaze bi karwanek ji wesayîtan ber bi goristana Şehîd Refîq ve derxistin rê.
Êrîşên rejîmê hatin şermezar kirin
Welatiyên derdorê jî li ser rê li benda karwan rawestiyan û bi dirûşman cenaze pêşwazî kirin. Li ser rêya li ber goristanê welatî ji wesayîtan peya bûn, cenaze li ser milan kirin û bi dirûşman ber bi goristanê ve meşiyan. Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Li dû merasîma leşkerî li ser navê YPJ’ê Viyan Soran, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Turiya Hebeş, li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hêvîn Reşîd û li ser navê TEV-DEM Canda Sozdar axivîn.
Di axaftinan de bal hate kişandin ser rola hêzên YPG û YPJ’ê yên di parastina herêmên Rojava de û êrîşên hêzên rejîma Baas ên li ser dijî taxên kurdan li Helebê hate şermezarkirin û soza şopandina rêya cangoriyan hate dayîn.
Di berdewama merasîmê de bavê şervana YPJ’ê Canda Welat axivî û soz da ku ew ê heta dawî li ser rêya tekoşerên azadiyê bimeşin. Piştî axaftinan cenazeyê Canda Welat ji aliyê girseyê ve bi dirûşme û tilîliyan spartin axê.
ANF/EFRÎN