
Yekemîn komun li herêma Şedadê di civînekê de hate avakirin û hevserokên wê hatin hilbijartin. Li ser daxwaza şêniyên taxa başûr a herêma Şedadê, Tevgera Civaka Demokratîk civînek bi amadebûna bi dehan şêniyan li dar xist û komîna taxê ava kir.
Rêveberê TEV-DEM‘ê Hejar Mehmûd di civînê de axivî û got: “Herêma Şedadê demekê di bin dagirkeriya DAIŞ‘ê de ma. Çeteyan kiryarên herî hovane anîn serê sivîlan, sivîl dikuştin û gel koçber dikirin.”
Mehmûd di dewama axaftina xwe de li ser girîngiya komunan rawestiya û got, “Komîn şaneya herî bingehî ya avakirin û birêxistinkirina civakeke demokratîk û azad e, li ser vê yekê gereke em di sîstema komunal de rêxistina xwe ava bikin, ev komuna yekem tê avakirin, di demên pêş de li her deverê komun wê bên avakirin.”
Hejar Mehmûd bang li welatiyan kir ku cihê xwe di nava komunan de bigirin û erka ku dikeve ser milê hevserok û endamên komunan vegot û wiha pê de çû: “Bi rêya komûnan em ê karibin pirsgirêkên xwe çareser bikin, komun dê pêdiviyên her malbatê dabîn bike, di komunan de cudahî di navbera pêkhate û netewe de tineye.”
Rêveberê TEV-DEM‘ê Hejar Mehmûd di dawiya axaftina xwe de avakirina komînê li welatiyan pîroz kir û got, “Ev gaveke girîng ber bi xurtkirtina têgînên jiyana hevbeş ve ye.”
Piştî axaftina Hejar Mehmûd hilbijartin hatin kirin, di encamê de, Fadil Ehmed û Îtab Mihemed li gorî pirraniya dengan bûne hevserokê komunê û komîteyên lihevanînê, xizmetguzarî û parastinê hatin avakirin.
HESEKÊ