
Ji arşîva Columbiayê, du qeydên muzîka Kurdî yên berî 101 salan hatin dîtin. Ev qeyd weke qeyda muzîka Kurdî ya herî kevin tê zanîn.
Qeyda yekem a strana ‘Ez Evdala xwedê’ ye ku hunermendê Ermenî, Karekîn Pardian gotiye û strana ‘Yar Felekê’ ye ku hunermendê Suryanî Kosrof Malool ew gotiye.
Derket holê ku qeyda destpêkê ya meqamên zimanên Mezopotamyayê, di salên 1880’an de ji aliyê Ermenî û Suryaniyên ku ji komkujî û qirkirina dewleta Tirk reviyayîn Amerîkayê hatiye girtin. Di nava van qeydan de muzîka Kurdî jî heye.
Lêkolînera muzîkê û folklora Kurdî Zeynep Yaş ku beriya qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bê bicihkirin şaredariyê alîkarî dida wê, xwe gihand qeydên destpêkê. Zêdeyî 100 qeydên deng û muzîkê yên bi Kurdî, Tirkî û Ermenî, ku koka wan digihîje Anatolê û Mezopotamayê, li arşîveke li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ne. Dîroknas Mehmet Şîmşek, dema li ser Kosorf Malool lêkolîn kir, dît ku ew di heman demê de hunermend e. Zeynep Yaş jî lêkolînên xwe yên li ser hunermend Kosrof Malool kûrtir kirin û ji Amedê heta DYE’yê xwe gihand plakên ji qeyda destpêkê. Her wiha Zeynep Yaş xwe digihîne qeydên cuda yên hunermend Malool, ku di navbera salên 1909 - 1929’an de bi Kurdî, Tirkî, Ermenî, Asûrî û Erebî stran gotine.
Zeynep Yaş diyar kir ku qeydên destpêkê yên koleksiyonê sala 1909’an hate kirin û van agahiyan dide: “Koleksiyona duyemîn sala 1912´an, ya sêyemîn jî sala 1916’an tê kirin. Heta sala 1929’an, hunermendên Ermenî, Suryanî, Ereb û Rûm ên ji herêmê çûn, bi hemû zimanên Mezopotamyayê zêdeyî 100 stranî li plakan qeyd kirin. Bi vî rengî dengên destpêkê yên Mezopotamyayê hatin qeydkirin.”
‘Qeyda destpêkê ya melodiya Zazakî’
Lêkolîner Zeynep Yaş diyar kir ku hunermendê Ermenî M.G Parsekîsyan sala 1916’an şirketeke plakê ya bi navê ‘M.G. PARSEKÎAN’ ava kiriye dest bi qeydê kiriye û got: “Gelek hunermendên weke Naîm Karekîn, Karekîn Pardîan, Ûdî Farajî orkestrayekê ava dikin û bi gelek hunermendan re stranen Kurdî, Ermenî û zaravayê Kurmancî yê Kurdî qeyd dikin. Qeyda destpêkê a melodiya Zazakî jî ji aliyê vê komê ve tê kirin. Berheman Zazakî ya herêma Dersîmê ye.”
Li alyê din ji ber qeydên despêkê yên muzîka Kurdî hatine parvekirin êdî her kes dikare xwe bigihîne her du stranên Kurdî yên ji arşîva Columbiayê û li wan guhdarî bike.
NEW YORK