Piştî rizgarkirinê şêniyên gund dest bi xwerêxistinkirinê kirin. Şêniyên gund bi armanca avakirina komîna xwe civînek lidar xistin. civîn bi tevlîbûna dehan şêniyên gund, nûnerên TEV-DEM´ê û Meclîsa Gel a Hesekêpêk hat.
Hevserokê Meclîsa Gel a Gundên Hesekê Farûq Tozo di civînê de axivî û bal kişand ser bûyerên dawî yên li herêmê û li kantona Cizîrê û got: “Ha niha ku em li vir civiyane, gelek herêmên me rastî êrîşên komên çete tên. Komên çete dixwazin di nava hemû pêkhateyan de nakokî û tevliheviyê çêkin û bingeha biratiya gelan têk bibin.˝
Di dewama axaftina xwe de Tozo îşaret bi girîngiya biratiya gelan a di nava hemû pêkhateyên li herêmê de kir û wiha pê de çû: ˝Têkiliyê di navbera hemû pêkhateyan de bi salan hatiye avakirin û bingeheke xwe ya dîrokî heye. Di berxwedana hevbeş a hêzên YPG, YPJ û hêzên Senadîd û yên din li dijî çeteyan de bersiva wê têkiliya dîrokî bû, vê yekê planên çeteyan ên li dijî herêmê pûç kirin.˝
Di civînê de Endamê Meclîsa Gel a Bajarê Hesekê Aldar Xelef jî axivî û giringiya avakirina komînan di birêveberina civakê de ji beşdaran re vegot û diyar kir ku komîn bingeha avakirina civaka demokratîk û azad e.
Di dawiya civînê de deriyê namzetiyê hate vekirin û Emşa Mihemed û Ebdulmunim El-Elî wekî hevserokên komîna gund hatin hilbijartin.
ANHA/HESEKÊ