Yekemîn konferansa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna 500 ciwanên ji herêmên cuda li herêma Cizîrê pêk hat.

Konferans bi dirûşma “Piştgiriya berxwedanê bikin, li ber xwe bidin da ku faşîzmê hilweşînin” li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hat li darxistin.

Li salona konferansê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan, Yekitiya Ciwanên Rojava  û wêneyên têkoşerên çalakiya greva birçîbûnê hatin daliqandin.

Di konferansa yekemîn de ku li ser asta herêma Cizîrê pêk tê, rêveberî û berdevkên Tevgera Ciwanên Şoreşger yên herêma Cizîre hatin hilbijartin.

Ciwan pêşengên şoreşê ne

Berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl axaftina destpêkê kir. Aldar Xelîl bahsa girîngiya rêxistina ciwan kir û got, “Ciwan pêşengên rêya ber bi azadî û demokrasiyê ve ne, ev erk jî dîrokî ye. Serketina şoreşê bi serketina ciwanan ve girêdayî ye û ew pêşengên şoreşê ne.”

 

ANHA/QAMIŞLO