Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê, IISKS (Inîstîtuta Navneteweyî ji bo Lêkolînên Civakên Kurd) yekemîna Konferansa Lêkolînên li ser Civakên Kurd a du salan carekê bi rê ve bir. Konferans doh bi panelên dawî û axaftina dawiyê ya Dr. Seîd Şemsê ji Zanîngeha Soranê ji Başûrê Kurdistanê bi dawî bû. Konferansê şemiya bihurî dest pê kir û roja pêşî, Prof. Dr. Jost Gippert, ku li ser navê ZAnîngeha Frankfurtê beşa Zimanzaniya Giştî Mêvandariya Konferansê kir, xêrhatin û malavahiya beşdaran û organîzatoran kir,  Dr. Behrooz Chaman Ara jî weke Birêveberê IISKS ku bi xwe li Zanîngeha Kurdistan a Rojhilatê Kurdistanê dersdara, xêrhatina beşdaran kir û konferanseke serketî daxwaz kir.

Weke axaftvanê sereke yê konferansê Prof. Dr. Hamit Bozarslan ji EHESS´a Parîsê behsa rewşa dawî ya siyasî civakî ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn kir û got, civakên Erebî weke welatî û dewlet ji hev de ketin, ew bûn projeyeke binketî, li hemberî vê civakên Kurd xwe avakirin û di warê siyasî de jî li Başûr û Rojava bi du projeyên siyasî ên cihê jî bi gewde dibin. Bozarslan got, divê herdu beşên Kurdistanê jî di warê siyasî û dîplomatîk de pişta hev bigirin, lê mixabin ev yek ne darî çav e, tevî vê jî civakeke Kurd bi wê maneyê ku ferd xwe beşek jê dihesibînin bi awayekî serketî bi encam bûye. Ji Zanîngeha Soranê Dr. Nahro Zagros jî got, ew ê axaftineke akademîk neke û li ser lidarxistina referandûmê li Başûrê Kurdistanê peyivî û bi bîr xist ku di rastiyê bereya na ya referandûmê, ji serxwebûn û referandûmê re nabêje na, lê dibêje, ji bo niha na.


Li ser romanên Kurdî axivîn

Paşê rûniştina yekem a konferansê li ser mîmarî û plansaziya bajarî bû ku bi gotarên Bextiyar Behramî ji zanîngeha Kurdistanê a Sine a li ser cihê giran di avakirina bajêr û mekanên giştî de û Enwer Ereb jî ji zanîngeha Azadî a Mehabadê behsa fikra Malê weke fenomeolojî kir di mînake gudê Zawankêwî yê ser bi Bokanê ve. Paşê li ser wêjeya Kurdî Haşim Ehmedzade li ser mijara romana dîrokî, Ferzan Şêr li ser realîzma efsûnî di romana Helîm Yûsiv de û Joanna Bochenska jî li ser Ehmedê Xanî û Mem û Zînê di roman û edeba nû ya Kurd de peyivîn.

Roja duyem jî di nava gelek panelan a li ser Lêkolînên kurdî ya herî bakêş bû ku Profesor Michael Leezenberg behsa pêkhatina lêkolînên Kurdî nexasim jî fîlolojiyê li li nav neteweyîn piçûk ên Sivyetan de kir û êşaret pê kir, çawa di serdema Lenîn heta bi salên 1940´î de vê yekê tesreke çawa li seranserê Kurdistanê li Lêkolînên Kurdî kiriye.

Doh, ango roja sêyem jî bi panela li ser diyanetên li Kurdistanê bi dawî bû ku tê de Camilla Insom behsa Şêxên Kesnedî yên Başûrê Kurdistanê kir. Heman rojî Besîme Şen rêyên afirîner ên xwe gihandina muzîka Kurdî di bin qedexeyên dewletê de kir. Di çarçoveya konferansê de ji resmên Ebrahîm Elîpoor pêşangeha Pîrê Şalyar hebû û êvara yekşem li duşemê diqulibe jî Mikaîl Aslan Ensemlbel û Diyako Nahîd hunerê xwe yê muzîkê pêşkêş kirin. 


 FRANKFURT