
Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan yekem dewreya leşkerî ya jinên Suryanî li Tirbespiyê bi merasîmekê bi dawî kir û yekem tabûra jinên Suryanî bi navê “Jinên Bêtnehrên” ava kir. Jinên Suryanî li Akademiya gundê Rota ya Tirbespiyê hatin perwerdekirin.
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif, Cîgirê Serokê Parastinê yê Kantona Cizîrê Ebdilehed Gewriyê, Fermandariya YPJ’ê Zinarîn Kobanê û berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan Kîno Girayîl her wiha bi hejmarek şervanên YPJ û Sotoro beşdarî merasîmê bûn.
Gaveke nû di dîroka jinên Suryaniyan de
Destpêkê merasîma leşkerî ya hêzên jinên Bêtnehrên hate destpêkirin, paşê cîgirê Serokê Desteya Parastinê Ebdilehed Gewriyê bi zimanê Suryanî, her wiha endama fermandariya YPJ’ê Zinarîn Kobanê bi Kurdî û berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan bi zimanê Erebî axivîn.
Di axaftinan de avakirina yekem tabûra jinan a Suryaniyan hat pîrozkirin û hat gotin ku ev gaveke nû di dîroka jinên Suryanî û jinên Rojava de ye.
Di dawiya merasîmê de jinan soz da ku dê wekî jinên Bêtnehrînê parastina hemû beşên civakê bikin.
ANHA/TIRBESPIYÊ