Li Swêdê 7.5 milyon hilbijêr yekşema bihurî bûn xwedî derfet ku dengê xwe bidin di hilbijartinên giştî de. Di hilbijartinan de Partiya Sosyal Demokrat (S), di dîroka xwe de encama herî xirab bi dest anî bi rêjeya dengan a 28,4´ê. Lê dîsa jî bû partiya herî xurt li welêt. Partiya dijberî biyaniyan û penaberan a neo-naziyan (Demokratên Swêdê-SD) jî rêjeya dengê xwe ji sedî 5 zêde kir û bi rêjeya ji sedî 17,6´an bû partiya sêyem di parlamena Swêdê de.

Li gorî radyoya Swêdê, Partiya Keskan dengê xwe kêm kirin ji ber ku wê partiyên Îslamî û MHP´yî birin nava partiyê.

Ji sedî 99´ê sindoqan vebûn û hem bloka çepgir û hem jî bloka rastgir a siyaseta Swêdê, her yekî qederê ji sedî 40´ê dengan wergirt. Herduyan jî beriya hilbijartin dabû zanîn ku ew ê bi SD´yê re ti koalîsyonê nekin.

Beriya hilbijartinan hikûmeteke hindikahiyê ya koalîsyona Sosyal Demokratan bi Keskan re a ku Partiya Çep ji derve ve destek didayê, Swêd bi rê ve dibir. Dengê herdu partiyên hikûmetê di hilbijartinan de kêm bû, lê yê Partiya Çep zêde bû.

 

144´ên bloka çepgir 143´yên bloka rastgir

Di parlamena 349 endamî de pirranî bi 175 kursiyan dibe. Li gorî encamên halê hazir, partiyên bloka çepgir dikarin 144 kursiyan bi dest bînin û partiyan bloka rastgir jî 143 kursiyan.

Partiya niojadperest SD ya ku par 22 kursî bi dest anîbûn jî gelekî muhtemel e ku 62 kursî bi dest anîbin.

Tevî ku li gorî hilbijartinên 2014´an ji sedî 2.5´ê dengan li xwe kêm jî kir, serokwezîrê hikûmeta niha Stefan Lofven dibêje, “Em di hilbijartinan de bi ser ketin. Mafê damezrandina hikûmeta nû yê me ye.” Lofven wekî din dide zanîn ku li derveyî SD´yê ew ê bi hemû partiyên mayî re li derfeta hevkariyê bigere.

Sosyal Demokratên Swêdê ji sala 1917’an ve di hilbijartinan de dibin partiya herî xurt, lê belê ev rêjeya îsal rêjeya herî xirab e dîroka wê de.

 

Dengên derveyî Swêdê

SD xwe weke serketiya yekane ya hilbijartinan bide nîşan jî, Partiya Çep jî di hilbijartinan de dengê xwe zêde kirin.

Encamên iseh ên fermî yên hilbijartinan muhtemelen wê piştî mehekê bên eşkerekirin. Lê encamên ku wê diyarker bin, piştî hilbijartina dengên li derveyî Swêdê wê eşkere bibe. Ew jî wê çarşemê, ango sibe bên hejmartin.

 

Blok neman

Di hilbijartinên beriya niha yên li Swêdê de bi xêra blokên çepgir û rastgir, hîna beriya hilbijartinan de jî diyar bû, ka kî wê hikûmetê ava bike. Vê carê rewş guhertiye, ji ber ku her du blok jî xwe nagihînin pirraniya li parlamenê.

Tiştek bi xwe teqez e, sîstema 2 blokan a li Swêdê ku ji 1920´an ve rûniştiye, bi van hilbijartinan hilweşiya.

 

NAVENDA NÛÇEYAN