Rûniştina asayî ya Parlementoya Herêma Kurdistanê doh bi boykotê dest pê kir. Ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê nehat rojevê koma Yekgirtûya Îslami nerazîbûn nîşan da û rûniştin boykot kir.
Koma Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ji ber nebûna bernameya parlamentoyê ya derbarê dagirkerina li ser xaka Başûrê Kurdistanê û ji ber mûçeyan civîn boykot kir. Li ser vê yekê serokê Koma Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Ebubekir Heledinî daxuyaniyek da çapemeniyê.
Ebubekir di daxuyaniya çapemeniyê de got; “Di demeke ku welatên biyanî leşkerên xwe dikêşin nava xaka Herêma Kurdistanê, av li ser welatiyan hatiye girtin û nirxê her bermîlek yê neftê bi 77 dolarî ye û zordarî berdewam dike. Serokatiya parlamentoyê bê serokên koman bernameya ji bo rûniştina îro çêkiriye. Di vê bernameyê de behsa ti xalekê nehatiye kirin ku ji bo welatiyan pêwîst e.Destpêkê jî serokatiya parlamentoyê biryar dabû ku di yekemîn rûniştina parlamentoyê de reformê ji bo yasaya mûçeyan çêbike, lê îro di proje û bernameya parlamentoyê de ev yek tineye. Lewma em vê civîna îro boykot dikin.”
ANF/HEWLÊR