Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Zeryan Denîz agirê Newrozê dadan û li dijî cihên faşîstan çalakî kirin. Yekîneyan bi gotina "Dewleta Tirk dixwaze bi vîrûsê bide kuştin" bang li ciwanan kirin.

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Zeryan Denîz daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiyên xwe yên rojên dawî agahî da:

“Endamên 21'ê Adarê li Başakşehîr a Stenbolê, 24'ê Adarê li taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê û 22'ê Adarê jî li Bagcilar a Stenbolê agirê Newrozê dadan. Ji ber êrişa polîsên Tirk ên dagirker li hin cihan şer derket.

26'ê Adarê li Yenî Bosna ya Stenbolê, li dijî febrîqeyeke tekstîlê ya faşîstan, endamên me çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de welê li febrîqeyê hat ku nikaribe bê bikaranîn.

Dewleta Tirk ku kujerê Kurdan e, ji bo vîrûsa Covîd-19 weke çekek biyolojîk bi kar bîne şaredarî desteser kirine. Bi navê Yekîneyên Tolhildanê em ê li dijî êrişên biyolojîk ên qirêj ên dewleta Tirk çalakiyên xwe yên tolhildanê pêk bînin." NAVENDA NÛÇEYAN