Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî û Yekîneya Tolhildanê ya Sakîne Cansiz li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li Stenbolê çalakî kirin.
Li ser çalakiyan wan daxuyaniyek da û got, “Endamên me yên Yekîtiya Tolhildanê ya Sorxwîn Roboskî di 9’ê Sibatê de li kolana Kalfa Çeşmesî ya taxa Altûnîzade ya navçeya Uskudar a Stenbolê, li dijî restoranteke du qatî ya hevkar-nokerekî çalakî li dar xistin. Endamên me restoranta du qatî şewitand.
8’ê Sibatê saet di 23:00ʼan de li dijî wesayiteke luks a rêveberê AKP’ê çalakiya sabotajê hate kirin. Di encamê de wesayit hate şewitandin.”
NAVENDA NÛÇEYAN