Navenda Çapemenî û Ragihandiyê ya HPG’ê li ser şerê li Bakurê Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û got, gerîlayên YJA Starê li Şemzînanê bi ser qereqola Granê de girtin. HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Amedê jiyana xwe ji dest dayî jî eşkere kir.
HPG´ê da zanîn ku di çarçoveya qonaxa duyem a Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de gerîlayan li Şemzînan û Geverê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anîne. Li gorî daxuyaniyê HPG dibêje, "10’ê Îlonê hêzên me yên YJA Starê saet 15.00’an li Şemzînanê bi ser qereqola Grana ya artêşa TC’ê ya dagirker de êrîşek pêk anîne. Di çalakiyê de mewziyên dijmin ên di qereqolê de û avahî bi 14 rokêtan derb xwarine. Di vê çalakiyê de ku gelek mewzî hatin tinekirin û gelek avahiyan derb xwar, diyar nebû ku ji leşkerên dijmin çend kes hatin kuştin û çend birîndar bûn."
Eskerên Tirk tevizîn
HPG´ê da zanîn, 11’ê Îlonê gerîlayan ji sibehî heta êvarê du caran li yekîneyên artêşa Tirk ên li girê Şikêra Spî li Şemzînanê xistiye, tevî ku derbên serketî li mewziyan hatine xistin, nehatiye zanîn çend eskerên Tirk hatine kuştin û birîndarkirin.
Gerîlayan heman rojê êvarê li girê Astenga Reşa a Geverê çalakiyeke sabotajê li dijî karwanekî eskerî yê maşînên zirxî ku ber bi qereqola Wargenima de diçûn, li dar xist, maşîneke zirxî derb kir, lê hejmara eskerên kuştî û birîndarkirî nehat diyarkirin.
Eşkere veşartî ne Ji derban gêj in
HPG´ê da zanîn ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de gerîlayan 11’ê Îlonê danê êvarê li navçeya Basa ya ser bi Şirnexê û li bajarokê Findikê, li mintiqeta Bermê derb li yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk daye, lê hejmara kuştî û birîndarên eskerên Tirk nehatiye zelalkirin.
Li Amedê 3 gerîla bûn pakrewan
HPG´ê wekî din got, 7’ê Îlonê artêşa Tirk navçeya Amedê Licê, li devera Sîsê bi Balefirên Bêmirov operasyonek daye destpêkirin. Di operasyonê de 3 gerîlayan jiyan xwe ji dest dabû. HPG´ê nasnameya van gerîlayan wiha eşkere kir: Lezgîn Amed (Omer Ekîcî) ê li Amedê ji dayik bûyî; Rûmet Boynate (Metîn Kaplan)ê li Êlihê ji dayik bûyî; Zana Farqîn (Sedat Bîlîr) ê li Amedê ji dayik bûyî.
ANF / BEHDÎNAN