
Talukeya mezin
Turk destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de li tevahiya Rojhilata Navîn ji bo ku aştî pêk were divê serî pêşîn Kurdan di navbera xwe de aştiyê çêbike. Turk bi lêv kir ku qedera Rojava û Bakur bi qedera hemû Kurdan re girêdayî ye û wiha got: "Dema berxwedana li Rojava şikiya dê bakurê Kurdistanê jî ji vê yekê zerarên mezin bibîne. Ji ber wê jî di vê em li gorî vê bîr û baweriyê tevbigerin. Ji ber ku îro ev nêzîkatî û bawerî li cihê xwe rûneniştiye dewleta Tirk û Ereb piştgiriyê didin komên çeye ya bi navê El Nusra. Di rojên pêş de dê ev çeteyan ji gelên Tirk û Ereban re bibe talukeyek mezin."
Konseya Destaya Bilind
Turk diyar kir ku êrîşên çeteyan û siyasetên qirêj a ku li ser gelê Kurd tên meşandin dê di pêşerojê de li ser hemû gelan kaoseke çêbike û wiha pêde çû: "Li Rojava Desteya Bilind a Kurd hat avakirin. Her çiqas kêmasiyên vê desteyê hebin jî divê em hemû cihê xwe di vê desteyê de bigirin û li ser xebatan xebat bimeşînin. Divê em berjewendiyên siyasetê û partiyan ji xwe re bo berjewendiyên gelê Kurd tercîh nekin. Ger em wekî berjewendiyên partiyên xwe lê mêzebikin dê bi rastî ji pêşeroja me hêj bêtir xiraptir bibe. Ji ber wî jî divê hemû kes di vê pêvajoyê de siyaseta Rojava bi awayeke wekhev bixebite û li gorî wî tevbigere."
Tevkariya ji bo Rojava
Der barê girtina deriyê sînor a di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de jî Turk axivî û da zanîn ku girtina deriyê sînor a Sêmalka şaşiyek herî mezin a hikûmeta Başûr e û wiha got: "Lê belê di van rojan de ku Rojava li benda tevkariyê ye, tevkariyên ku ji van parçeyan din tên pir qels in. Îro li Rojava şer û astengî hene. Di aliyê aborî û siyasî de li benda bakurê Kurdistanê ne ku tevkariyê bide wan. Lê belê Bakur ev peywira xwe ya mirovahî hêj neanîtiye cih. Ji ber wî jî divê gelê me dest bi tevkariyê mji bo gelê xwe yê Rojava bike."
DÎHA/HEWLÊR