Kurdên li herêma Stravrapol a Rûsyayê, tecrîda giran a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kir.
Li Komeleya Çanda Kurd a navçeya Novoaleksandrovk a herêma Stravrapol a Rûsyayê, civînek hate lidarxistin û di civinê de tecrîdkirina şidandî ya Ocalan hate protestokirin.
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Otonomiya Kurd a Stravrapolê, Naze Bazûyeva û endamê Meclîsê, Mûstafa Sûltan ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser tecrîdkirina Ocalan û helwêsta saziyên navneteweyî hate şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê û banga yekîtiyê li gelê Kurd hate kirin.
n ANF/STRAVRAPOL