Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi danezanekê encamên 14’emîn Civata xwe ya Giştî li raya giştî eşkere kirin.

14’emîn Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di navbera 31'ê Gulan û 1'ê Hezîranê de li paytexta Belçîka Brukselê bi beşdariya zêdetirî 200 nûnerên ji 36 dezgeh, partî, saziyên civakî, kesayetiyên her çar parçeyên Kurdistanê û dîyasporayê pêk hat.
Di encamnameya civata giştî de hat ragihandin ku di karnameya rojeva civînê de, rewşa siyasî û qewimînên dawî yên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê bi berfirehî hatin gotûbêjkirin.

Yekîtiya hêzên Kurdistanî

Danezan behsa peyamên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên Kurdistan û dîasporayê jî dike û dibêje "di peyaman da xurtkirna rol û misyona KNK'ê û xebat û tekoşîna Neteweyî û Niştîmanî  û parastina destketiyên gelê Kurd û Kurdistanê derketin pêş. Di tevahiya axaftin, gotûbêj û peyaman da xwedîderketina li sîstema xweserîya demokratîk ya rojavayê Kurdistanê, parastina destketiyên herêma Kurdistanê, geriyana li peydakirina çareseriyên nakokîyên di nav hêzên Kurdistanî de derketin pêş." Wekî din qeyrana di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û Bexdayê de, pêvajoya çareseriya demokratîk li bakurê Kurdistanê ku ji bo serketin û çareseriya doza Kurd ya bi azadiya birêz Abdulah Ocalan tê misogerkirin jî di peyaman de cihê xwe girtine.

Danezan û rêziknameya nû

Danezan balê dikişîne ser siyaseta taybet ya komara îslamî ya Îranê ya li dijî gelê Kurd û gelên Îranê, ji dardekirina keç û xortên Kurd û binpêkirina hemû cûre mafên mirovan û dibêje, "xurtkirina bizava rizgarîxwaza Kurdistanê di rêya yekîtî û hemahengiya hêzên siyasî yên Kurdistanê bi cih tê." Pirsa azadiya jinê û pirsgirêkên civakî yên li Kurdistanê bi girîngiyeke mezin di nava gotûbêjan de cihê xwe digirin. Danezan îşaret pê dike ku Peyman û Rêziknameya KNK'ê jî ji ber sedema pêvajoyên nû hatiye nûkirin.

Pêşniyarên Civata Giştî ya KNK´ê

Xalên di encamnameya 14’emîn Civata Giştî ya KNK'ê de weke pêşniyar û daxwaz derketin pêş ev in:
* Pêwîstî heye bi hêzkirina rola KNKê, ji bo ku Gelê Kurd bigihê mafê çarenûsa xwe li hemû beşên Kurdistanê yên jêrdest.
* KNK, piştgiriyê li desteketiyên hemû beşên Kurdistanê dike. bang li hemû partî û rêxstinên Kurdistanî dike ku bi roleke erênî rabin ji bo piştgîrî û parastina wan destketan.
* KNK piştgîriyê li pêvajoya aştî û demokrasiyê ya li Bakurê Kurdistanê dike … Ji bo serketina vê pêvajoyê pêwîst e Birêz Abdullah Ocalan bê azadkirin.
* KNK, piştgîriyê li destketên siyasî û kultûrî û bidestxistina şaredarî û parlameterî yên Kurd dike û diparêze.
* KNK, piştgîriya Xweseriya Demokratik li Rojavayê Kurdistanê dike û ji hemû rexistin û partiyên  siyasî daxwaz dike ku piştgîriya wê bikin. Herwiha dixwaze hemû kêşeyên navxweyî bi diyalog û gotûbêjan bên çareserkirin.
* KNK, piştgîriyê li destketên Herêma Başurê Kurdistanê dike û pedagiriyê li ser vegerandina  deverên veqetandî dike.
* KNK, Siyaseta Rejîma Cumhurî Îslamî ya Îranê ya li dijî Gelê Kurd û gelên din yên li Rojhilatê Kurdistanê mahkum dike û siyaseta  zindanîkirin, êşkencedan, helawîstin û kuştina siyasetmedar, çalakvanên sivîl û kasibkarên debara rojane şermezar dike. Bo çareseriya pirsgirêka Kurdî li Rojhilata Kurdistanê li ser bingehê bidestxistina mafên çarenûsê, tekoşîna rizgariyê didomîne û bi pêş dixe.
* KNK muameleya nemaqûl a li ser Buroya KNKê ya li Hewlerê qebûl nake.
* KNK, kuştin û zulma li ser jinê, weke kuştin û qetilkirina mirovahiyê dibîne û şermezar dike.
*  KNK bi pêdivî dizane, ku divê bi berpirsiyariyek mezin çand û zimanê Kurdî bê parastin û pêşdebirin. Li ser vê bang li gelê Kurd dike, ku xwedî li çand û zimanê xwe derkeve û bi israr biparêze.
* KNK, … her destdirejî û zoriya li ser medya û medyakarên Kurdistanî qebûl nake. Herwiha daxwaziyê ji medya û medyakarên Kurdistanî dike ku rola erênî û erkên xwe yên neteweyî u niştimanî pêk bînin.
*  KNK daxwaza parastina mafên rewa yên neteweyên din li Kurdistanê dike. Herweha KNK, xelkê Asûrî-Suryanî-Kildanî xwecihî û xudanê hevbeş ê Kurdistanê dibîne û êrişên li ser xelkê me yê Asûrî-Suryanî-Kildanî qebûl nake û piştevaniya xwe ya digel xelkê Asûrî-Suryanî-Kildanî beyan dike.
* KNK bi şiddet, kuştin û zulmûzora li ser Êzidiyan şermezar dike. Bang li hemû partî, saziyên siyasî û civakî yên sivîl û herwesa her du rêveberiyên Başur û Rojava dike ku destek, alîkarî û parêzgareyeke ciddî  ya civaka Êzidiyan bike.
* KNK, … daxwaz ji hemû hêzên Kurdistanî dike ku piştevaniya xelkê me yê Yarsan bi xurtî bike.
* KNK, ferq û cudahiya li ser gelê me yê Elewî tê meşandin şermezar dike.  

 BRUKSEL