
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), li bajarê Başûrê Kurdistanê Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar xist û pîvan û prensîbên 5 komxebatên li çar parçeyên Kurdistanê û Ewrûpayê werin lidarxistin, eşkere kirin. Di nava van presîban de avakirina navendeke hevbeş a hêzên parastina Kurdistanê û sûc hesibandina şerê di navbera rêxistinan de jî heye.
Civîna çapemeniyê li Navenda Giştî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê pêk hat û endamên Konseya KNK’ê Farûq Cemîl, Kamûran Berwarî, Perwîn Ezîz û endamên KNK’ê Seyîd Ekrem û Ferhat Dostkî, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Îbrahîm Sofî tevlî bûn.
Di destpêka civînê de Farûq Cemîl axivî û bi bîr xist ku KNK ji sala 2011’an ve li çar parçeyên Kurdistanê komxebatan li dar dixe û got, “KNK, ji ber rewşên taybet û kaotîk, ji sala 2011’an ve komxebatan li dar dixe. Piştî komxebatên li ser rewşa parçeyan, 15-16’ê Tîrmeha 2017’an li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi beşdariya nûnerên zêdeyî 65 partî û rêxistinên ji çar parçeyên Kurdistanê, komxebata şêwrê hate kirin. Cemîl got, “Hêzên siyasî û kesayetên tevlî vê komxebatê bûn, xwestin ku projeya tifaqa neteweyî bê xurttirkirin û li çar parçeyên Kurdistanê û Ewrûpayê komxebatên nû werin lidarxistin. Her wiha biryar hate dayîn ku di encama van komxebatan de komxebateke mezin pêk were, ji wê jî komîteya amadekar a ji bo kongeya neteweyî bê avakirin.”
Pîvanên sereke
Piştre Dr. Kamûran Berwarî axivî û anî ziman, ku wan li ser komxebatên xwe yên li çar parçeyên Kurdistanê û Ewrûpayê bên lidarxistin, pêşnûmayek ji pîvan û prensîban amade kiriye û wê vê belgeyê pêşkêşî raya giştî ya Kurdistanê bikin. Metna li ser belgeya pêşnûmaya ji pîvan û prensîban, ji aliyê Perwîn Ezîz ve hate xwendin. Di metn de 21 xal wek pîvan û prensîban hatin destnîşankirin û ji van ên girîng jî li jêr in:
* Berjewendiyên neteweyî û niştîmanî yên demokratîk divê di ser her tiştî re bêne girtin.
* Kurd û Kurdistanî li ser bingeha mafên xwezayî yên neteweyî û niştimanî, xwediyê mafê çarenivîsa xwe ne û li her aliyê Kurdistanê jî xelkê me dikare biryara statuya xwe bi xwe bide.
* Divê hemî pirs û nakokiyên di navbera rêxistinan de rê û alternatîfa diyalogê weke bingeh bêne girtin û bêne çareserkirin. Di gel rêxistinên neteweyî her bi çi rengî be bila bibe, di nav diyalogê de bimînin.
* Divê hemû hêz û dînamîkên neteweyî, di kar û xebatên xwe yên siyasî û propagandayî de zimanê dijminatî û kerb û kînê nexebitênin, zererê negehînin hîs û hesta neteweyî û yekîtiya gel.
* Piştevaniya hêzên neteweyî di asta herî bilind de bête ragirtin.
* Divê navendeke parastina hevbeş bê avakirin û koordînasyoneke hevbeş ji bo hêzên parastina Kurdistanê bê avakirin.
* Divê navendeke dîplomasiya hevbeş bê avakirin û koordînasyoneke hevbeş ji bo dîplomasiya Kurdistanê bê çêkirin.
* Şerê di navbera hêzên neteweyî de, wekî sûcê neteweyî bê qebûl kirin.
* Divê daxwaza serbestkirina Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bê bilind kirin û ji bo vê yekê jî li welat û meydan û sekoyên navneteweyî xebateke xurtir û bi bandor bê organîze kirin.
* Di warê civakî, demokratîkkirin û geşkirina aboriyê de, ji bo bipêşvebirin û biserxistina her parçeyekî Kurdistanê, divê hemû hêz û dînamîkên Kurdistanê, berjewendiyên xwe yên bertengên herêmî û rêxistinî danin aliyekî û bê merc bibin hevkar.
HEWLÊR