Şêx Sînan Ehmed: “Meseleya man û nemanê ye. Hebûna me girêdayî parastina destketiyan e. Her aliyek yan jî kesek li dijî yekitiya refa Kurd bisekine, gelê Kurd wê wan nepejirîne. “
SILAVA EBDULREHMAN / MURADA KENDA / ANHA / QAMIŞLO
Bi înîsiyatîfa Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) şaxê Rojava di 1’ê Çile de civînek hat lidarxistin. Di civînê de komîteyeke ji 5 endamên serbixwe hate avakirin. Erka vê komîteyê ye ku bi hemû partiyên Kurd ên Rojava re bikeve nava têkiliyan da ku yekitiya Kurdan ava bike û rê li ber xeterên li dijî gelê Kurd, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê girtin.
Girêdayî mijarê endamê komîteya têkiliyan a bi partiyên siyasî re ya KNK’ê û endamê Meclisa Rûspiyên Dêrikê, Şêx Sînan Ehmed got, “Erka me ye ku bi hemû partiyên siyasî re em bikevin nava kêliyan da ku yekitiya Kurd ava bikin û nakokiyên xwe daynin aliyekî. Ji ber ku di yekitiyê de hêz û serfirazî heye û di parçebûnê de lawazî heye.”
Pêwîstiyeke lezgîn e
Şêx Sînan Ehmed destnîşan kir ku herêm di pêvajoyeke hesas re derbas dibe û bi xetereyan re rû bi rû maye û wiha pê de çû: “Tirkiye bi gefên xwe hebûna Kurdan dike armanc. Lewma, avakirina yekitiya Kurdan bi awayekî lezgîn pêwîst e da ku siyaseteke ku berjewendî û hebûna Kurdan li Rojava diparêze, were xêzkirin. Heta, lazim be tawîz ji hindek partiyan re bê dayîn.”
Şêx Sînan bi bîr xist ku, dewleta Tirk gefên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike, hebûna Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê tehdît dike û wiha peyivî: “Tirkiye bi taybetî hebûna Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc. Ji ber wê divê partiyên siyasî yên Kurd li Rojava berjewendiyên xwe yên şexsî û hizbî bidin aliyekî û berjewendiyên gelê Kurd bidin pêş da ku mafên gelê Kurd biparêzin û li hemberî hemû xeterên li ser doza Kurd û hebûna Kurd, bisekinin.”
Şêx Sînan bang li partiyên siyasî yên Kurd li Rojava kir da ku ji bo berjewendî û mafên gelê Kurd bi ruhekî berpirsyar tevbigerin.
Meseleya man û nemanê ye
Şêx Sînan îşaret bi girîngiya têkoşîna gel, yekrêziya refa Kurd kir û wiha dewam kir: “Ji ber ku hêzên dijberî doza Kurd di her derfetê de hewl didin gelê Kurd têk bibin û tine bikin. Meseleya man û nemanê ye. Hebûna me girêdayî parastina destketiyan e.”
Şêx Sînan diyar kir ku ew wek komîte erka wan e ku têkiliyan bi hemû partiyên siyasî yên Kurd li Rojava re daynin bi armanca yekrêziya refa Kurd ku êdî bûye xwesteka hemû Kurdan, û got, “Her aliyek yan jî kesek li dijî yekitiya refa Kurd bisekine, gelê Kurd wê wan nepejirîne. Ji ber ku rastiya wan wê xuya be ku ew ji bo gelê Kurd û mafên wî yên rewa naxebitin, lê belê ji bo berjewendiyên şexsî dixebitin.”
Dewleta Tirk parçebûna Kurdan bi kar tîne
Şêx Sînan diyar kir ku dewleta Tirk ji parçebûna Kurdan bi kar tîne û li gorî wê planên dagirkirina Kurdistanê û tinekirina Kurdan dike. Şêx Sînan got, heger gelê Kurd yekitiya xwe ava bike, dê bikare li hemberî wan komployan bisekine û wan têk bibe. Lewre destpêkê pêwîst e yekrêziya refa Kurd li Rojava were avakirin û piştre li tevahiya parçeyên Kurdistanê.
Endamê komîteya têkiliyan a bi partiyên siyasî re ya girêdayî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) şaxê Rojava, Şêx Sînan Ehmed bang li tevahiya partiyên siyasî û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hevgirtina xwe bi hêz bikin, ji nakokiyên şexsî dûr bikevin, bibin yek deng û dest, ji bo avakirina yekitiya gelê Kurd têbikoşin û bê şert beşdarî civînan bibin û pêşniyaz û rexneyên xwe bikin.