Tevgera Azadî nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê da û got, “Yekîtî û hevgirtin dikare êrişên dagirkeriyê bide sekinandin.”
Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevger) di daxuyaniya xwe de, “Dewleta Tirk di 28’ê Gulanê de li qadên Xakurk û Bradostê êrişên dagirkeriyê dan destpêkirin. Balefirên şer ên Tirkiyeyê herêmê bomberdûman dike û yekîneyan artêşa Tirk jî xwe li herêmê bi cih dikin. Ji ber van êrişan xisareke mezin digihîje gelê herêmê. Lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha derbarê van êrişan ti daxuyanî nedaye. Bêdengiya hikûmeta herêmî û hikûmeta Iraqê rê li ber êrişan vedike.
Em bêdengiyê şermezar dikin
Em bêdengiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê şermezar dikin. Em li bendê ne ku hêzên navneteweyî sînorekî deynin ji êrişên faşîst û dagirker ên dewleta Tirk re. Her kes dizane ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan sedema alozî û şerê li herêmê ye. Divê hemû partiyên siyasî yên li Iraqê zanibin ku ev êriş li dijî serbixwebûna Iraqê ye. Ji ber vê jî divê pêşiya van êrişan were girtin. Li Başûrê Kurdistanê ji ber ku partî di bin kontrola hêzên herêmê de ne li gorî berjewendiyên gelê Kurd nikarin tevbigerin.
Derman tenê yekîtî ye
Bi tenê yekîtî û hevgirtin dikare pêşiya van êrişên dagirker bigire. Em bang li hemû partiyên Kurdan dikin ji bo ku dewleta Tirk sînorê xwe derbas neke, divê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirkan divê zextan li hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bikin.”