
Siyasetmedarê Kurd Cemal Coşgun nîqaşên Kongreya Neteweyî ya Kurd nirxandin û got: “Ji ber faktorên paşperdeyî heta niha kongre pêk nehatiye.”
Siyasetmedarê Kurd Cemal Coşgun, nîqaşên Kongreya Neteweyî ya Kurd nirxandin, balê kişand ser girîngiya yekîtiya netewî û tiştên divê bên kirin. Coşgun bi bîr xist ku, Kurd bi peymanên Qesr-î Şîrîn û Sykes-Pîcotê dabeşî çar perçeyan bûne û dest nîşan kir ku, bi vê re gelê Kurd bê statu hatiye hiştin. Coşgun wiha domand: “Ji bo ew pêkanînên sedala 20’emîn dubare neyên serê Kurda, divê Kurd Konreya Netewî li dar bixin. Ji ber vê yekê, divê Kurd ji dîroka xwe dersê derxînin, ji bo di sedsala 21’emîn de bi nasname û statuyî bijîn, divê tevbigerin.”
‘Tirkiye û Îran asteng dikin’
Coşgun diyar kir ku, ji bo pêkanîna Kongreya Netewî partiyê siyasî yên her 4 perçeyan gelek caran hatine gel hev, her partî ji bo Kurdan bivênevêya Kongreya Netewî dest nîşan kiriye, lê belê faktorên paşperdeyî ji bo kongre li dar nekeve ketine dewreyê û ew asteng kirine. Coşgun dest nîşan kir ku, li pêşberî pêkneanîna kongreyê bandora Tirkiye û Îran heye û wiha axivî: “Rewşa ku Başûrê Kurdistanê tê de ye, yanî statuya wê avantaj e, lê vê avantajê bi kar nayîne. Tabî di vê de nêzîkatiya partîbûn û perçeker faktoreke sereke ye. Ger heta niha kongre pêk nehatibe, ji ber hin partiyên Kurd ên heyî ku bi hin dewletan re ji bo têkiliyên aborî hwd. tevgeriyane, yanî rola vê heye.”
‘Mekanîzmayeke hevpar pêwist e’
Coşgun bandorên lidarketina Kongreya Netewî yên dê li ser herêmê xwe bidind er rêz kir û wiha got: “Pêkanîna kongreyê, wê xwebaweriya Kurdan bi pêş ve bixe. Wê bîrbiriya azadî û demokrasiyê bide der. Wê xwedîbûna statu û nasnameyê lezgîntir bike. Wê bibe sedam mayindebûna statuya Başûr Rojavayê jî. Beriya her tiştî, wê li çar perçeyan mekanîzmaya ku hevpariya mijarên têkildarî çarenûsa Kurda ye derxîne holê.”
‘Derfetan ji bo çareseriyê bikar bînin’
Coşgun anî ziman ku, ji bo pêkanîna Kongreya Netewî Rêveberiya Herêma Kurdistana Federal û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji ber statuya xwe divê rolekî girîng bilîzin û wiha domand: “Barzanî, têkiliyên xwe yî aborî û siyasî bi taybetî di warê çareserkirina pirsgirêka Tirkiyeyêde divê bi kar bîne. Dezavantaja wan; bi qasî cîhanekê ceribîn û tecrube li pêşberî wan heye, lê vê veneguherînin pergalekê.”
AMED