Endamê KNK’ê Kamûran Berwarî: Pêwîstiya her çar parçeyên Kurdistanê bi yekîtiya neteweyî heye. Bê yekrêzî û tifaqa Kurdan a pirralî û dîsa stratejiyeke Kurdistanî ne mimkûne ti serhildan û şoreşên Kurdî bi ser bikeve û bi ser jî neketiye.

Berwarî têkildarî yekîtiya nav mala Kurdî jî got: “Yekîtiya neteweyî tenê bi partiyên siyasî çareser nabe; dikare bibe beşek ji wê, lê gelê me, sazî û kesayet, dîsa pêkhateyên li Kurdistanê hemû; dikarin li ser partiyên siyasî yekîtiyê çêkin.”

Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNKê Kamûran Berwarî têkildarî yekîtiya neteweyî, êrîşên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, dîsa nebûna helwesta hikûmeta Başûrê Kurdistan û Iraqê û dîsa nakokiyên li Iraqê û çareseriya wan û herî dawî jî ambargoya li ser Mexmûrê ji ANF’ê re nirxand.

Meseleya yekîtiya Kurdan meseleyekî stratejîk e û pêwîstiyeke dîrokî, nihayî û paşerojê ye. Pirsgirêka yekîtiya neteweyî girêdayî KNK, rojeva siyasî, aborî, herêmî û cîhanî nîne heta ji bo Kurd û Kurdistanê pirsgirêkeke bivênevê ye û pêwîstiyeke ku divê rojek ji ya din zûtir were çareserkirin. Di heman demê de nabe ku mirov yekîtiya Kurdan bi kongreyekê ve girêbide. Ji ber ku Kongreya Netewî ango KNK bi xwe heye, ew kongreya Kurd û Kurdistanê ye. Karê Kongreya Netewî (KNK), sazî, Partî û aliyên siyasî ew e ku Yekîtiya Netewî saz bikin.

KNK sîwaneke neteweyî ye

Ji aliyekî din ve KNK’ê karekî pir pîroz ê neteweyî kiriye. KNK di hemû warekî de bi hemû partiyên siyasî, alî û kesayetên Kurdistanê re pêywendiyên xwe hene û deriyên danustandinê ji bo hemûyan vekiriye. KNK ji ber ku sîwanekî îdeolojîkî û partî nîne, lewma KNK sîwaneke neteweyî û niştîmanî ye û mala hemû Kurd û her Kurdistaniyekî ye. Ji ber vê çendê jî pêwîste ew kes, partî û aliyên siyasî yên ku tevlî Kongreya Netewî ya Kurdistanê nebûbûn, divê bên û di KNK’ê de cih bigirin. Eger ne di KNK’ê de cih digirin û ne jî amadene ku tevlî kongre û konferansên çi ya her çar beşên Kurdistanê çi jî ya her beşê tenê bibin, ji xwe ew partî û aliyên li ser desthilatê bi taybetî yên nêzî Enqerê û di çepera Enqereyê de cih digirin divê qala Kurdistaneke yekgirtî, azad û rizgarkirî bikin. Ji ber ku erk, kar û stratejiya KNK’ê ew e ku Kurdistaneke rizgarbûyî, neteweke azad û statûyeke demokratîk ji bo her çar beşên Kurdistanê ava bike.

KNK xwedî asteke navneteweyî ye

KNK du erkên mezin danîne ser milên xwe û bi xebateke berdewam û têkoşîneke bêhempa ya dijwar birêve dibe. KNK di hêla siyasî û dîplomasî ya di asta navneteweyî de kariye cihê xwe di nava netewe, gel, welat û hikûmetên cîhanê veke û di asta navneteweyî de bûye mezintirîn saziya neteweyî a Kurdan ya ku her kes pê bawer e, dipejirîne û heta niha jî li ser vê xebata xwe berdewam e.

Stratejiyeke hevbeş divê

Mijara yekîtiya neteweyî li ser bingehê siyasî çareser nabe. Li ser bingehê niştimanî û neteweyî, dîsa bi soz û peymanên stratejiyeke hevbeş çareser dibe…Em nikarin di çarçoveya gundek, eşîrek an deverekê de yekîtiya neteweyî çêkin. Hevgirtina li gel aliyên dijminê Kurdan û dîsa peywendiyên bi wan dewletan re kiriye ku heta niha yekîtiya Kurdan çênebe. Dîsa heta niha ji bo raya giştî ya Kurdistanî helwesta xwe ji bo yekîtiya neteweyî diyar nekiriye…

Ambargo ne ya qebûlkirinê ye

Danîna dorpêça li ser wargeha Şehîd Rustem Cûdî bi rastî jî bêwijdanî ye, derveyî hemû pîvanên exlaqî, wijdanî û mirovatiyê ye. Her wiha ji derveyî hemû pîvanên dînî ye û dijî wan prensîbên ku xwedê ji bo mirovan diyarkiriye ye. Dijî prensîbên Îslam, NY û Xaça Sor e. Dijî prensîba Kurdewarî ye ji ber ku li gorî prensîb û pîvanên di nava eşîrên Kurdan de jî eger kes yan komek ji derve bê gel wan nabe ku tu wê yan wan bikujî, birsî bihêlî û hwd. Lewma tişta ku niha tê kirin ango bi kuştina gelê wargehê dixwazin dilê Tirkan xweş bikin, nêzîkatiyên ku tên kirin yên li hemberî çi gerîlayên tevgera azadiyê, çi siyasetmedar û çi jî gelê wargehê bi giştî bi armanca rêxweşkirina dagirkeriya Tirkan a li ser Başûrê Kurdistanê tên kirin. Em weke Kurd û di nava mala Kurdî de dibînin ku pêwîste mala Kurdî were rêkûpêkkirin. Eger em li çeperê Tirk, Iraq, Îran û hwd li dijî birayên xwe yên Kurd şer bikin em ê çawa bikarîn nava mala Kurdî rêkûpêk bikin, çawa yekîtî û yekrêziya Kurdan çêkin, çawa behsa Kongreya Netewî bikin, çawa destkeftên neteweyî û niştîmanî biparêzin û çawa xwedî li xwîna şehîdên Kurdistanê derkevin. Ji ber vê yekê yekrêzî û di yek çeperê de bûna Kurdan pir girîng e. Bi baweriya me dibe ku ji hêla siyasî, aborî û dîplomasiyê ve di navbera alî û partiyên Kurdî de cudahî hebe lê divê ev li ser hesabê netewa Kurd neyê ferzkirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN