
Şandeya KNK’ê ku xebatên sazkirina yekîtiya neteweyî dimeşîne, li Hewlêrê serdana Yekîtiya Parlementerên Başûrê Kurdistanê kir.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku xebatên yekîtiya neteweyî dimeşîne doh, li bajarê Hewlêrê serdana Yekîtiya Parlementerên Başûrê Kurdistanê kir. Şandeya KNK’ê ku ji alîkarê Hevserokên KNK’ê Tahir Kemalîzade, Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî û endamê KNK’ê Ferhad Dostkî pêk tê, ji aliyê Serokê Yekîtiya Parlementerên Başûrê Kurdistanê Nîmet Abdullah û parlementerên kevin Nadir Qeladizî, Kerîm Behrî û Nehle Xan ve hat pêşwazîkirin.
Xebateke pêwîst e
Hevdîtina KNK’ê ya li gel Yekîtiya Parlementeran nêzî saetek û nîvê kişand û li çapemeniyê girtî pêk hat. Piştî civînê daxuyaniyeke hevpar ji bo çapemeniyê hat dayîn. Serokê Yekîtiya Parlementerên Başûrê Kurdistanê Nîmet Abdullah destpêkê axivî, kêfxweşiya xwe ya ji serdanê diyar kir û got: “Em destxweşiya KNK’ê dikin ku ji bo yekîtiya neteweyî xebateke wisa dimeşîne. Em hêvîdar in ku encameke xizmetê ji gelê Kurd re bike, ji vir derkeve.”
Abdullah her wiha diyar kir ku pêwîstiya Kurdan her ji destpêkê ve bi xebateke wiha hebûye û got, “Hemû hêzên Kurd dikarin projeyên xwe di vê komxebatê de bînin ziman û van projeyan hevpar bikin. Ji ber ku gef li ser tevahiya Kurdistanê heye. Ji bo pûçkirina van gefan jî em yekîtiya neteweyî weke pêwîstiyeke zarûrî dibînin. Em hêvî dikin ku bigihije serketinê.”
Xebatên li gel rewşenbîr û kesayetên serbixwe
Alîkarê Hevserokên KNK’ê Kemalîzade jî piştre peyivî û malavahiya yekîtiya parlementeran kir ku piştgiriya xebatên yekîtiya neteweyî dikin.
KNK piştî hevdîtinên xwe yên li gel partiyên siyasî, civîn li gel rewşenbîr, akademîsyen û rûspî, pêşmergeyên Dihok û Hewlêrê lidarxist. Dema nûçeya me dihat amadekirin çav li rê bû ku şande êvarê li gel rewşenbîr, nivîskar û rûspiyên Kerkûkê jî bicive.
KNK’ê 12’ê Hezîranê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ew ê ji bo yekîtiya neteweyî rêze hevdîtin li gel partiyên çar parçeyên Kurdistanê bike. Roja 3’ê Tîrmehê jî li Silêmaniyê daxuyaniyeke çapemeniyê da û diyar kir ku ew ê di 15-16’ê Tîrmehê de li Silêmaniyê bi beşdariya 300-350 kesî komxebateke yekîtiya neteweyî li dar bixin.
BERHEM LETÎF/ROJNEWS/HEWLÊR
Bê yekîtiya Kurdan referandûm?
Mamostayê Zanîngeha Newroz a Dihokê, Dr. Haşim Zêbarî ragihand ku bê yekgirtina Kurdan referandûm nabe û wê ne serketî be û got, “Hewldanên KNK’ê ji bo çêkirina aştiya nav Kurdan e.”
Her diçe piştgiriya çîn û pêkhateyên cûda yên ji bo hewldanên KNK’ê ya ji bo kongreya netewî zêde dibe. her wiha daxwaza yekgirtin û yek helwesbûna Kurdan dikin. Têkildarî yekîtiya neteweyî Mamostayê Zanîngeha Newroz a Dihokê, Dr. Haşim Zêbarî got, “Îro li Rojava û Bakur pêşketin û guhertinên mezin hene. Em naxwazin piştî şerê DAIŞ’ê û dijminatiya Hikûmeta Erdogan, gelê Kurd belav bibe. Li ser vî bingehî, hewldanên KNK’ê ji bo yekgirtina Kurdan in.”
Zêbarî îşaret bi serketinên li dijî DAIŞ´ê yên hêzên Rojava kir, û wiha peyivî: “Wek gelê Kurd, me ji bo qonaxa pêş çi amade kiriye. Ji ber ku hemû welatên desthilatdar projeyek hene ku dixwazin projeya siyasî û jeopolîtîk a Rojhilata Navîn ji nû ve danin. Gelo ji bo rola me di wan guhertinan de hebe, me wek Kurd çi hewldanek kiriye?”
Dr. Haşim Zêbarî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em niha dibînin ku li Başûrê Kurdistanê yekîtiya Kurdan belav bûye. Pirsgirêkên siyasî û yasayî di nav aliyên siyasî de derketine. Aştiya civakî ber bi tinebûnê ve diçe. Niha li Başûrê Kurdistanê hewldanên ji bo referandûmê hene. Baş e bêyî kombûneke neteweyî û rêkxistina Kurdan, çawa referandûm were kirin? Hemû hewldanên KNK’ê ji bo çêkirina aştiya nav Kurdan e.”