
Lîsteya Partiya Yekîtî, çalakiyên propogandayê yên hilbijartinan li herêma Reco ya Kantona Efrînê didome.
Li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê hilbijartinên qonaxa duyemîn wê 1´ê Qanûnê pêk werin. Di vê qonaxê de hevşaredar û encûmên wê werin hilbijartin. Qonaxa yekem a hilbijartina hevserokên komunan bi tevlîbûna xurt serketî derbas bûbû.
Endamên Partiya Yekîtî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Yekîtî), jî dest bi xebatên xwe yên propogendaya ji bo hilbijartinan kirin.
Namzetên lîsteyê bi karwanekî erebeyan li navenda herêma Reco û gundên girêdayî wê wesaît gerandin; dirûşm gotin û alên Partiya Yekîtî, ala Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê bilind kirin.
Endamên Partiya Yekîtî di gera xwe ya propagadaya ji bo hilbijartinan de bi dengê bilind ev got, “Gelê me yê mezin û berxwedêr ji bo aştiya civakê, parastin û aştiya Efrînê, belavkirina çanda alîkariyê, bibin yek”, “Kesê guncaw di cihê guncaw de”, “Parastina dilopeke av û parastina xwezayê bikin.”
ANHA / EFRÎN