Ew dikarin bi rewşenbîriya xwe esasekî siyasî bi karê rewşenbîrî ava bikin û daynin. Pirr caran, siyaset ji rewşenbîran çêdibe. Yanî kesên rewşenbîr divê wisa bin, tecrûbe û ezmûnên ji dîroka rewşenbîrî wergirin û avaker bin.

Cano ŞAKIR

Ji bo yekîtiya neteweyî 5´ê Kanûna 2019´an li bajarê Swîsreyê Lozanê Meşa Yekîtiya Neteweyî dest pê kir û heta bi Cenevê dewam kir. Nûnerên 36 Partî û rêxistinên siyasî zêdetirî sed rewşenbîr, hunermend û siyasetvan beşdarî wê bûn.  Meşvanan, bang li partiyên Kurdistanî kir da ku yekîtiya neteweyî pêk bînin.

Sibehê li bajarê Lozanê li ber avahiya ku Kurdsitan lê hat parçekirin, bi rêzgirtinê beşdaran dest bi çalekiya xwe kir.

Huseyin Arkan axaftina destpêkê kir, dûvre li ser navê hunermendan, Şivan Perwer peyivî. Wî got, "Heta gelê Kurd hêz û partiyên Kurdan nebin yek, rewşa me wê wisa kambax bimîne, û parçebûn wê wek sîbera dîrokê li pey me be." Axir piştre ez bi wî re peyivîm û dixwazim quncika xwe ya îro ji vê hevpeyvînê re veqetînim. Di hevpeyvînê de Şivan Perwer herî zêde jî girîngiya yekîtiya neteweyî û avakirina lobiyeke demokratîk derxist pêş.

   

Ji bo rol û bandora rewşenbîran li ser avakirina yekîtiyeke bi hêz, rewşenbîr dikarin ji derveyî bandora hêzên siyasî, roleke bandorek çawa bikin?

Kesên rewşenbîr ew in, yên zane, naskirî, û jiyana avaker, afrîner û xwedî ezmûn in; her wiha rewşenbîr ew in yên ku rewşa miletan dibînin û bi baldarî dişopînin ji ber vê yekê ew xwedan nerîneke cuda û teybet in.

Ew dikarin bi rewşenbîriya xwe esasekî siyasî bi karê rewşenbîrî ava bikin û daynin. Lê pirr caran, siyaset ji rewşenbîran çêdibe, tu bala xwe bidiyê di dîroka rewşenbîriya dinyayê de Jean-Jacques Rousseau (1712-1778) rewşenbîrek, feylesofek bû. Heta ew hunermendek bû. Siyasetê qet bandor lê nekiriye, lê wî bingehê siyasetê ji cihanê re daniye. Yanî kesên rewşenbîr divê wisa bin, tecrûbe û ezmûnên ji dîroka rewşenbîrî wergirin û avaker bin.

Rewşenbîr bi hişmendiya xwe dikarin wan dîwarên qalind û asê ku di navbera Partiyan de hatine avakirin, ji kokê rakin?

Partî û rêxistinên me yên siyasî divê êdî di rojên wilo de vî miletî organîze bikin û mamostetiya vî gelî bikin. Yanî siyaset bingeha miletan ava dike û siberoja wan diyar dike. Dema ku siyaset nikaribe vê yekê bike êdî wê demê şik û guman li cem mirovan peyda dibe.

Li ser dagirkeriya niha li welatê me, helwêsteke çawa dikare derkeve pêş?

Niha gelê ku ji dervêyî vê meselê yanî yên ne Kurd wijdanê wan hejiyaye, yê Kurdan çawa naheje! Bi baweriya min, Kurd bi rengên xwe hemûyan li dijî van êrişan in, lê dîsa pirr pêwîst e, heger kesên bêdeng mabin jî helwêstên neteweyî nîşan bidin, li kîjan koşeya cîhanê be, ji ber ku êriş qeder û çarenûsa me Kurdan wê diyar bike. Divê Kurd hemû ji bo Rojava seferber bibin, ji ber ku gelê Rojava ji bo parçeyên din hemûyan xizmet kiriye, niha di rewşeke kambax re derbas dibe. Her kes divê li miletê me yê Rojava xwedî derkeve, jixwe rewşenbîrên bi beşên xwe hemûyan berî her kesî divê helwêstên xwe nîşan bidin da ku bandorê li siyaseta Kurdî jî bikin. Pirr pêwîst e rewşenbîr bi lezgînî, beriya partiyên Kurdan yekîtiya xwe ava bikin, êdî siyaseta Kurdan jî wê bikeve bin bandora rewşenbîran.

Di ser peymana Lozanê re 97 sal derbas bûn, tu jî wek hunermendekî bi armancekê hatiyî vir! Gelo di nava van salan de giyanê rewşenbîrî çiqasî parçe bûye?

Miletê Kurd pirr mezin e, li Kurdan heta niha bi dewletên rojavayê Ewrûpayê re têkîliyeke baş dananiye mixabin. Ji ber ku civakbûn kêm bû, rewşenbîrî kêm bû, Kurd hîn eşîr bûn, bêhtir di bin bandora Şêx û serokeşîran de bûn. Yanî rêzantiya Kurdan nikarîbû dengê wan bigihîne dinyayê. Êdî dewletên dagirker, xwe kirin berdevkên me û em parçe kirin. Mînak, Îsmet Înonu li ser navê Kurdan deng kir, lê dîsa miletê Kurd li ber xwe dide. Va roja îro hatiye li ber van dîwaran dengê xwe hildide, wan salên li ser parçabûnê ji nû ve şermezar dike, lê ez vê dibêjim, divê lobiyeke Kurdan a demokratîk ava bibe.

Ez ji miletê xwe pirr hez dikim, ew jî ji min hez dikin. Bila şika wan çênebe. Ez ê êdî ji bo gelê xwe heta dawî bi tembûra xwe û bi hunerê xwe hebim. Ji wan hez dikim, ji Kurdistanê pirr hez dikim. Çavên te maç dikim Canoyê delal.