Ji çar parçeyên Kurdistanê bi beşdariya bêhtirî 50 partiyê û bi dehan saziyan, di Civaka xwe ya Giştî ya 19´an de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de peyama “Em bi berxwedana Rojava re ne, piştgirê wê ne, roj roja xwedîderketina li rojava ye, roj roja pêkanîna yekîtiya neteweyî ye” hat dayîn.
Di deklarasyona xwe de KNK´ê got, divê Yekîtiya Ewrûpayê (YE) û Neteweyên Yekbûyî zextê li dewleta Tirk bikin da ku ew ji erdên dagirkirî derkeve. KNK´ê ji DYE´yê xwest rê nede hovîtiya dewleta Tirk û Erdogan û ji Rûsyayê re jî got, tesîra xweli ser dewleta Tirk bi kar bîne da ku dagirkeriya wê bi dawî bibe.
Di hilbijartinan de jî Ahmet Karamuş û Zainab Mord Sahrab a Feylî jî weke hevserokên nû yîn KNK´ê hatin hilbijartin. Hejmara endaman jî hat zêdekirin û bû 350. Ji bo Rêveberiya KNK´ê jî 15 kes hatin hilbijartin.
DEN HAAG