
Li Silêmanî ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewrûpayê bi tevlêbûna jinên Kurd amedakariya Konferansa Neteweyî ya Jinan a 3. pêk hat. Civîn bi pêşengiya Koma Jinên Kurdistanê (KJK) tê lidarxistin. Piştî axaftinên destpêkê û xwendina raporên kar, şandeyên ku ji çar parçeyan hatin gotarên xwe dan.
Li ser navê şandeya Başûrê Kurdistanê Seywan Resûl axivî û diyar kir, ku li gel astengiyên siyasî, cografî û fizîkî jî heke jinên Kurd îro li cem hev bin ev pir girîng e û got: "Jinên Kurd hem doh û hem jî niha ji bo têkoşînê sînoran nas nakin. Doh li dijî dewleta Iraqê jî jinên Kurd di têkoşînê barê xwe bi çalakî hilgirtine. Li gel Enfal û komkujiyan jî me serê xwe netewand û têkoşîna xwe da. Pêşengên raperîna 1991’ê jî jin bûn. Ew têkoşîn niha jî li dijî hovîtiya DAIŞ’ê berdewam dike."
Ji têkoşîna me bi tirs in
Piştî Resûl li ser navê şandeya Bakur Wekîla HDP’ê Mizgîn Irgat got ew dixwazin civîn bêhtir berfireh be û got: "Lê îro li Bakurê Kurdistanê bi sedan hevalên me di zindanan de ne. Parlamenter û nûnerên me di zindanan de ne. Ev jî nîşan dide bê ka çendî ji têkoşîna me bi tirs û xof in. Her ku dijmin bi ser me de tê em jinên Kurd jî têkoşînê bêhtir geş û gur dikin. Îro jî li her quncika Bakurê Kurdistanê, li metropolên Tirkiyê têkoşîneke mezin tê dayin."
Mizgîn Irgat dest nîşan kir ku têkoşîna jina Kurd a li Rojhilata Navîn di serî de jin îlhamê dide hemû gelan û wiha domand: "Di rewşeke wiha de ku li Rojhilata Navîn guherînên çêdibin divê em jinên Kurd û gelê Kurd rista xwe bi cih bînin û pêkanîna statûya Kurd divê em ji xwe re bikin dirûşa herî sereke. Ev jî bi yekbûnê pêk tê. Heke em bibin yek em dikarin bi ser bikevin. Beriya niha konferansên Amed û Hewlêrê ji bo me bûne tecrûbeyên mezin û bûne destkeftin. Bi pêşengiya jina Kurd têkoşîna dijî DAIŞ’ê jî nîşandêra yekîtî û hêza me bû."
Pêşengên Mehabadê niha jî têdikoşin
Li ser navê Rojhilat jî sê gotar hatin dayîn. Soyle Qadirî li ser navê 5 partî û rêxistinên jinên Rojhilat axivî û got: "Jinên Kurd bi hêviya guherîna mezin li Rojhilatê Kurdistanê tevlî şoreşa 1979’an bûn. Jinên Kurd ku li Mehabadê pêşengî kirin, piştî şoreşê yekem beşê civakê bûn ku hatin tasfîyekirin." Qadirî diyar kir, li Rojhilat û Îranê kêşeyên giran ên jinan hene û got: "Jinên Kurd têkoşîna xwe hem siyasî û hem jî leşkerî didomînin. Bêguman her parçyek xwedî reseniyekê ye. Têkoşîn li gor vê jî xwedî rengekî resen e. Hêvî dikim ku hevparkirina têkoşînê di serî de ji bo jinan serfiraziyê ji gelê me re bîne."
Piştre Endama Konseya Rêveber a KJAR’ê, Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê Gulan Fehîm têkoşîna jina Kurd a li çar parçeyan destnîşan kir, got, divê pêşî jin di nav xwe de yekîtiyê pêk bînin û got: "Em dikarin rewşa parçeyî ji holê rakin. Lê pêşî divê em parçebûna hişî ji holê rakin." Piştî Gulan li ser navê Partiya Komunîst a Komala ya Rojhilat gotar hate dayin.
Li Rojava şoreşa jinê di rêsin
Li ser navê şandeya Rojava Hediye Yûsiv axivî, guherîn û şerê Rojhilata Navîn dest nîşan kir û got: "Di rewşeke wiha de ku li Rojhilata Navîn şerê modernîteya demoktratîk û modernîteya kapîtalîst tê jiyîn, jinên Kurd ên ku bi pêşengiya felsefeya Rêber Apo tevdigerin modernîteya demokratîk temsîl dikin û çeteyên DAIŞ’ê jî nûnertiya têkoşîna kapîtalîst dikin. Ev têkoşîna îro li hemû devera Rojava ji hêla leşkerî, çandî, sosyal û ji hemû qadan ve didome. Şoreşa Rojava mînaka herî mezin a şoreşa jinê ye."
Yûsiv ragihand, jinên Kurd li Rojava qîma xwe tenê bi avakirina şoreşê nayînin her wiha wê diparêzin, bi pêş ve dibin û ji bo vê jî têkoşîneke mezin didin û wiha domand: "Jinên Kurd li Rojava tenê bi avakirina Şoreşê û bi têkoşîna dijî DAIŞ’ê vîna xwe diyar nakin. Her wiha xwedîderketina li şoreşa Rojava jî qada herî mezin a têkoşînê ye ji bo jinên Kurd. Ji dadmendiyê ta bi aborî, siyaset, huner, komun, xebatên kulturî ya bi perwerdekirina jinê di hemû qadan de, jinên Kurd bi jinên endamên gelên din re pergala xwe ta bi ta dirêsin."
Gazincên Şengalê
Li ser navê şandeya Şengalê Kurdê Elî jî gazin li jinên Kurd kir, got hûn heta niha li kû bûn û lê zêde kir: "Em jinên Êzîdî bi salan bû ku em li bendê bûn jinên Kurd destekê bidine me. Lê mixabin heta bi fermana DAIŞ’ê kesî em nedîtin.
Kengî êrîş çêbû pêşî me gerîla û jinên Rojava dîtin. Em jinên Êzîdî pir biêş in. Çima rojekê we negot xwîşkên me li wir hene. Heqê me ye ku em vê pirsê bikin. Lê îro êdî me pergala xwe danî. Em êdî ne Êzîdiyên berê ne. Em jinên Êzîdî yên Kurd li benda wê desteka we ne ku heta beriya 3’ê Tebaxê hûn kêm mabûn ku vê destekê bidin."
Hemû jinên li konferansê ji Kurdê Elî re li çepikan xistin.
Jin dikarin Kurdistana azad ava bikin
Endama KJK'ê Evîn Zîlan di destpêka civîna amadekariya 3. Konferansa Jinê ya Neteweyî de axivî û got, "Karê ji bo Konferansa Jinên Kurd stratejîk e."
Evîn Zîlan bi bîr xist ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de, ku li çar parçeyên Kurdistanê li dijî dagirkeran hate dayin, jinên Kurd her tim cihê xwe li nava refên berxwedanê girtine û got, "Li Kurdistanê di hemû raperîn û serhildanan de jinên Kurd bi ruhê fedayî û pêşengiyê rabûn.”
Evîn Zîlan dest nîşan kir ku li gel pêşengiya xwe ya di nava têkoşîna azadî û demokrasiyê de, jinên Kurd dixwazin pêşengiyê ji yekîtiya neteweyî re jî bikin, ji bo vê dixebitin û got, "Em jinên Kurd, dikarin zemîna Kurdistaneke azad bafirînin. Kombûna me ya îro li vir, nîşaneya vê yekê ye. Di civînên me yên beriya niha de ku li Amed û Hewlêrê hatin kirin, biryarên girîng hatibûn girtin. Konferansên dîrokî bûn. Em îro jî ji bo amadekariya sêyemîn a van civînan li vir in."
SILÊMANÎ