Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku gava yekemîn a diyaloga Kurd-Kurd bi serketî derbas bûye û pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bû. Salih Muslim ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re li ser mijarê peyivî û got, “Mijarên danûstandinên qonaxa yekemîn girêdayî mijarên siyasî yên hevbeş bûn, ew nîqaş jî erênî bûn. Hêz û partiyên nû wê tev li qonaxa duyê ya pêvajoyê bibin. Her lihevkirinek an jî avakirina lêvegerekê li Rojava wê ji parçeyên din ên Kurdistanê re bibe nimuneyek.”
Salih Muslim li ser naveroka qonaxa yekê ya pêvajoya diyalogê got, ”Mijara herî girîng di qonaxa yekê ya diyalogê de ew bû ku danûstandina di navbera aliyên siyasî yên li Rojava de pêk hat. Berê partiyên siyasî hinekî ji hev dûr ketibûn. Nêrînên cuda, bawerîbihevneanîna di navbera aliyan de û rola neerênî ya hin aliyan û bi zanebûn hewl dan Kurdan parçe bikin.
Gava yekemîn a diyalogê, di navbera PYD û ENKS’ê de bû. Di vê pêvajoyê de, em gihaştin encaman ku gelek nuqteyên hevbeş di navbera me de hene. Mirov dikare li ser wan lihev bike û deriyê nîqaşan veke. Nîqaş jî bi awayekî erênî meşiyan.
Tişta balkêş di danûstandinan de ew e ku cudahî di navbera nêrînên siyasî de tine bûn.”
Salih Muslim bi bîr xist ku hinek çavdêran jî ev qonaxa yekê ya diyalogê şopandiye û ev jî li ser daxwaza ENKS´ê bûye. Axir ji bo dewam diyalogan aliyan li hev kiriye ku li
gorî peymana Dihokê ya 2014`an bibin, lê bi rojanekirina peymanê ev biqewime.
Piştî yekîtiya Kurd têkilî bi her kesî re mumkin e
Ji bo qinaxa duyê ya pêvajoyê jî Salih Muslim ev agahî dan: ”Nûnerên 25 partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd dê bi rêya avakirina komîteyekê tev li diyalogê bibin. Ew li benda bersiva ENKS`ê ne da ku tev lê bibin. Li gorî agahiyan, ENKS amadekariyên xwe di vî warî de temam kirine û ew amade ye. Li gorî texmînên min danûstandin dê di demek nêz de destpê bikin.”
Ji dewama pêvajoyê Salih Muslim vê têrker nabîne, lê gaveke muhim dihesibîne û wisa dewam dike: ”Gava yekemîn; pêkhatine lihevkirinê di navbera partiyên siyasî de ye. Gava duyemîn jî avakirina lêvegerek niştîmanî bi tevlibûna tevahiya çînên civakê ye. Ger ev lêveger ava bû, dê li tevahiya Kurdistanê fireh bibe. Bi nêrîna min her lihevkirinek an jî avakirina lêvegerekê li Rojava dê ji tevahiya Kurdistanê re bibe nimune.”
Ji bo mayîna ENKS`ê di Îtîlafa Stenbolê de û ka ev ê bibe astengî li pêşiya diyaloga di nava Kurdan de yan na, Salih Muslim dibêje, ”Ev mijar bi ENKS`ê ve girêdayî ye. Biryar a wê ye. Bi nêrîna min ger lihevkirineke Kurd pêk hat, wê demê têkilî bi hemûyan re, gelê Tirk, gelên din û hêzên herêmê re pêkan dibe. Lê divê ev têkilî ne li dijî lihevkirina Kurd be. Berovajî wê divê siyaseta Kurd a ku hêzên Kurd li ser lihevkirin e were meşandin û parastin.”
ANHA/QAMIŞLO