Yekîtiya Mamosteyan a Kantona Cizîrê bi armanca ku şaxa xwe li Kampa Newroz veke, civîneke berfireh lidar xist. Di civîna ku li dibistana Şehîd Cemal a kampê hate lidarxistin de hevserokên Yekîtiya Mamosteyên a Kantona Cizîrê Menal Mihemed Emîn û Ezher Ehmed, her wiha bi dehan mamosteyên kampê amade bûn.

Di civînê de Hevseroka Yekîtiya Mamosteyan a Kantona Cizîrê Menal Mihemed Emîn bal kişand ser keda ku mamosteyên Kampa Newroz di dibistana Şehîd Cemal a kampê de ji bo perwerdeya zarokên koçber didin û xebata wan silav kir.

Piştî nîqaşên hatin meşandin, Hevserokê Yekîtiya Mamosteyan Ezher Ehmed rêziknameya Yekîtiya Mamosteyan xwend û bendên wê ji aliyê beşdaran ve hatin gotûbêj kirin.

Piştre ji bo avakirina rêveberiya Şaxa Yekîtiya Mamosteyan li dibistana Şehîd Cemal hilbijartin pêk hatin. Di encama hilbijartinan de Sozdar Mihî û Sifyan Seyîd ji bo hevserokatiya rêveberiya şaxa yekîtiyê hatin hilbijartin. Her wiha 5 kes jî wekî rêveber hatin hilbijartin.


ANHA/DÊRIK