Li Kurdistanê 8´ê Adarê bû roja peyamên birêxistinkirinê û bi serxistina têkoşîna azadiya jinê û bidawîkirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan. Li Amed, Mêrdîn, Şirnex û Wanê meydanan hêza jina Kurd careke din nîşanî diyan û alemê da.   

 Li Ewrûpayê Kurdistaniyan hem bi xwe ji bo 8´ê Adarê şahî û çalakî lidarxistin, hem jî beşdarî çalakiyên li bajarên xwe yên hevpar ên rêxistinên jinan bûn. Wan li her deverî dengê têkoşêna azadiyê ya jina Kurd bilind kir û bû dengê slogana “jin jiyan azadî.”

Li Bakurê Kurdistanê li Amed, Mêrdîn, Şirnex, Wanê û gelek bajarên din çalakiyên bi rasthatina 8´ê Adarê Roja Jinan a Cihanê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Li Amedê  li Meydana Stasyonê bi hezaran jin kom bûn û peyama “Em berxwedanê bi rêxistin dikinin, ber bi azadiyê ve diçin”. Lê Mêrdînê jî bi hezaran jinî peyama “Têkoşîn dewam dike û wê dewam bike” da. Li Şirnexê, Hevseroka KCD´ê û parlamentera HDP´ê Leyla Guven ji jinan re peyivî û got, “Em îro bi şens in, li her warî jin têkoşînê dike.” Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, di şahiya jinan a li Wanê de got, siyaseta ku jin tê de nebin, demokratîk nabe.

Amed: Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP´ê, ji ber 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi şîara  “Em berxwedanê bi rêxistin dikinin, ber bi azadiyê ve diçin” li Meydana Stasyonê mîtîng li dar dixin. Jin ji Mêrdîn, Dêrik, Nisêbîn, Qoser û bajarên derdorê di saetên zû de gihîştin qada mitîngê, bi kincên herêmî bala herkesî kişandin. Jinan bê navber dûrişmeyên “Jin jiyana azadî”, “Îtaetkirin tine berxwedan heye”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em jiyana bê jin bi serê wê de hilweşînin” gotin. Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan, di mîtînga 8’ê Adarê ya li Amedê de bang li  jinan hemûyan kir û got, “Yekîtiya me azadiya me ye. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Rûşeşiya Dewleta Netewe ye.”  Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan jî xwest jin ti carî ranewestin û got, “Jin bimeşe dê azadî û aştî bi pêş bikeve. Jin şer red dikin û aştiyê dixwazin. Jin tecrîdê red dikin. Em dixwazin deriyê îmraliyê vekin.”

Mêrdîn: Li navçeya Mêrdînê Qoserê, di çarçoveya 8’ê Adarê de bi hezaran jin hatin gel hev û bal kişand ser têkoşîna ku pêşengiya wê dikin û daxwazên xwe rêz kirin.

   

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, Rêxistina HDP´ê ya Bajar, TJA û Paltforma Jinan a Şahmaranê, di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê de şahiyek li dar xistin. Şahî, li taxa Berçem hat lidarxistin. Parlamenter Pero Dundar axivî û got, di demên herî xerab de jî jin bêdeng nebûne û daxwazên civakê bilindkirine, dê bi têkoşîna jinan serketin bê. Dundar, tecrîdkirina Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku jin faşîzmê wê têk bibin.

Polîsan di şahiyê de hewl da zarokeke 10 salî bike nezaretê ji ber ku li ser dikê strana “Cilê gerîla reş in” got. Jinan nehişt ku polîs zarokê bixe nezaretê.

Şirnex: Li navçeya Silopiyayê mîtinga 8’ê Adarê, bi tevlîbûna hezaran jinî û bi coşeke mezin çêbû. Jinan bi cil û bergên xwe, pankart û dovîzên xwe û bi dirûşman meydana mîtîngê neqişand. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di mîtînga Jinan a 8’ê Adarê ya li Navçeya Şirnexê Silopyayê de axifî û got, ji bo jinan bêdeng bikin Dayika Taybet Înan, Sêvê li Silopiyayê qetil kirin û 3 jinên siyasetvan li Parîsê qetil kirin: “Lê em îro bi coşeke mezintir li vir in. Em bêhtir bi hêz bûne. Em îro pir bi şens in. Cihan hemû li me temaşe dike, qala têkoşîna jina Kurd dike.” Guven bal bire ser tecrîdkirina Ocalan û got, bihar nêzîk e û aştî bi vekirina deriyê Îmraliyê pêkan e.

Wan: TJA´yê bi minasebat 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê bi dirûşmeya “Em berxwedanê birêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” li Wanê şahiyek li dar xist. Jinan li salona şahiyê pankartên “Jinên ciwan tirsa faşîzmê, pêşengên berxwedanê ne”, “Jina têdikoşe xweşik dibe, jina xweşik dibe azad dibe û jê tê hezkirin” û “Em di azadiyê de bi israr di tekoşînê de bi biryar in” hilgirtin. Jin bi cilên xwe yên gelêrî yên spî û xemrî tev li şahiyê bûn û salon xemilandin.

Berdevka Meclîsa Jinan HDP a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, di şahiya jinan a li Wanê de axivî û got, siyaseta ku jin tê de nebin demokratîk nabe: “Em ê li dijî tecrîdê û şer, aştiyê bi rêxistin bikin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN