Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêr ragihand ku ew qonaxa duyemîn a Xezeba Firatê dest pê dikin, ango dê çemberkirina Reqayê hîn jî dijwar bibe û paytexta terorê êdî ber bi tunebûnê ve diçe. Bêguman ev operasyona rizgarkirina Reqayê xwe kerr û kor nake li wê yekê ku beriya wê YPG û YPJ´ê karîbûne DAIŞ`ê ji Rojavayê Kurdistanê derxînin, her wiha pişt re hinek ezmûnên din jî çêbûn, piştî ku QSD hate ragihandin wek rizgarkirina Şedadê û gelek deverên din heta giha Minbicê. Ango her ku diçe DAIŞ li holê namîne û Reqa jî xeleka dawiyê ye ku DAIŞ li Sûriyê ji kokê ve tine bibe. Bi vê yekê re jî aloziya Sûriyeyê êdî sala xwe ya şeşemîn temam dike û derbasî qonaxeke nû dibe.
Hêzên navneteweyî bi awayekî eşkere niha li Bakurê Sûriyê bi taybet jî li Şehba û Helebê daketine meydanê û li gorî vê yekê tifaq û bazarên nû di nava xwe de dikin. Ez bawer dikim wê di wexteke nêz de jî dîsa projeyên çareserkirina aloziya Sûriyê werin ser maseya nîqaşan û wê siberoja Sûriyê zelal bibe..
Lewre jî di wextekê de ku blok û tifaqên herêmî û navneteweyî zelaltir dibin. Li aliyekî dagirkeriya Tirk li pêş çavên her kesî niha hatiye xaka Rojava û Bakurê Sûriyê dagir kiriye, li Helebê jî Rûsya û Tirkiyeyê li hev kir ku çeteyên Tirkiyê ji bajêr vekişin û radestî rêjîmê bikin. Li aliyekî Rêjîm mesajan dişîne û xeyal dike ku weke berê vegere, her wiha Emerîka jî Itîlafa Sûrî weke projeya siberoja Sûriyê dide pêş, bi vî awayî baş eşkere dibe ku lihevkirinên navneteweyî hene di wextekê de ku Kurd hîn jî xeta xwe ya xweser diparêzin.
Ji ber vê yekê; ji bo ku Kurd wek Lozanê dîsa nebin qurbanên tifaqên navneteweyî divê em jî tifaqa xwe ya hundirîn xurt bikin û bi yek dengî tevbigerin.
Niha êdî pêvajoya siyasî ji bo Sûriyê dest pê kiriye û diyarkirina statûya Sûriyê êdî tê ser masê, her wiha hebûna Kurdan di nava vê statûyê de jî tê nîqaşkirin. Li gorî wan tifaqên bazarên ku me li jor jî behsa wan kir, ti alî naxwaze ku Kurd bi yek heyetê û hevgirtî beşdarî pêvajoya siyasî bibin. Her aliyek dixwaze Kurdên xwe ji xwe re çêke û wan parçe bike û li gorî xwe bide axaftin. Lê em jî Kurdê xweser û xwediyê vîna xwe temsîl dikin û em tekoşîna vê yekê didin meşandin.
Îro em hatine nuqteya xwe ya destpêkê, ango berî şeş salan li destpêka Şoreşa Sûrî me banga wê yekê dikir ku em bi yek dengî, yek ruhî û yek mejiyî tevbigerin, niha jî em heman banga xwe ya berî şeş salan dubare dikin û em di vê yekê bi israr in. Divê Kurd bi provokasyonan û lîstikên dijmin nexapin. DAIŞ ji holê radibe û êdî herêm ber bi dîzayna xwe ya nû ve zelal dibe, lewre divê em weke Kurd bi yek dengî çarenûsa xwe diyar bikin.
Li Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweser banga yekîtiya neteweyî kir ku pêwîstiyeke çarenûsî pê heye li gorî pêşketinên li ser asta Sûrî û herêmî. Û her wiha KCK´ê jî vê dawiyê banga yekîtiyê kir, lewre divê xwedîderketineke Kurdistanî ji vê yekê re çêbe û her kes neçarî Kongreyeke Neteweyî ya Kurdistanî bibe. Ji ber ku şoreş kêliyeke azadiyê ye, divê em ji destê xwe bernedin.