Rojên 17 û 18’ê îlonê li Amedê Konferansa Kurdistanî tê lidarxistin. Di vê konferansê de rê û rêzikên yekitiya neteweyî û mijara makeqanûna Tirkiyeyê têne nîqaşkirin. Ji ber vê yek ez dixwazin mijarên aktuel ên din bidim aliyekî û der barê yekitiya neteweyî de çend tiştan bibêjim. Lê berî ku ez derbasî vê mijarê bibim, divê ez der barê hevdîtina nûnerên dewletê û nûnerên PKK’ê de tiştekî bibêjim. Bi vê hevdîtinê jî diyar bû ku êdî kêşeya kurdî ketiye qonaxa çareseriyê. Êdî ji vê qonaxê veger nabe, hemû hewldanên AKP’ê yên vegerê beredayî ne, bi tenê êş û jana gelan zêde dikin, lê dawiya dawîn dê doza aştî û azadiyê bi ser bikeve.
Piştî van gotinan em dikarin derbasî mijara xwe bibin. Pergala siyasî ya li Rojhilata Navîn ji hêla hêzên navneteweyî ve di destpêka sedsala 20’an de hate avakirin. Di wê demê de kurd ji aliyê siyasî ve bê pergal bûn û belawela bûn an jî pergala wan a heyî dûrî pergala wê serdemê bû; pergaleke hozî û mîrnîşînî bû.
Ligel hin serhildanên mîrên kurdan û têkoşîn û xebatên bi pêşengiya alim û rewşenbîrên kurd jî, kurdan di vê serdemê de nekarî daxwazên xwe bi hêzên dagirker û hêzên navneteweyî bidin pejirandin. Ji ber vê yekê serhildanên kurdan yek bi yek têk çûn, mîrnîşînên kurdan li pey hev hilweşiyan û di encamê de kurd li Rojhilata Navîn de bê statû man. Netewe-dewletên ku li herêmê ava bûn doza tunekirina kurdan kir, ji lew re jî kurd tûşî polîtîkayên qirkirinê yên sor û spî bûn.
Ligel ku kurdan nekarî daxwazên xwe bi hêzên desthilatdar bidin pejirandin jî lê wan tu caran li hemberî dagirkeran serî netewand û her tim doza azadiya xwe berz û bilind kir. Lewma jî kurdan bi awayekî hebûna xwe parast û bi domana demê re hinek derfet bi dest xwe anîn.
Îro piştî sedsalekê pergala siyasî li Rojhilata Navîn ji nû ve tê sazkirin û hinek deriyên nû li ber gelan vedibin. Pergala kevnare ya li Rojhilata Navîn êdî bi kêrî hêzên desthilatdar ên cîhanê jî nayê, gelên li Rojhilata Navîn jî êdî naxwazin di bin zilm û zordariya heyî de bijîn. Lê hêzên desthilatdar ên herêmê naxwazin dest ji desthilatiya xwe berdin, qet nebe pergala xwe hinekî demokratîze bikin. Ji ber vê yekê jî pirî caran ew statûkoparêz bi raperîna gelan re rû bi rû dimînin, hêzên navneteweyî êdî piştevaniya statûkoparêzan nakin. Ev yek hinek derfetan dide hêzên azadîxwaz û hinek deriyan li ber wan vedike.
Gelê kurd di vê serdemê de ji bo ku xwe ji tunebûnê rizgar bike divê bibe diyarkerê çarenûsa xwe. Ji bo ku karibe vê yekê bike jî divê serê pêşîn ji pirbendî nakokiyên navxweyî rizgar bibe û yekitiya xwe ya neteweyî ava bike. Xweşbextane êdî gelê kurd bi têkoşîna xwe li Rojhilata Navîn wekî hêza herî çalak û karîger derdikeve pêş û di têkoşîna azadî û demokrasiyê de pêşengiyê dike. Lewre jî êdî hêzên dagirker wisa bi hêsanî nikarin gelê kurd tepeser bikin û hêzên navneteweyî jî nikarin çavên xwe ji zilm û zordariya dagirkeran re bigirin.
Niha tiştê kêm yekitî û hevgirtina neteweyî ya li ser hinek rêz û rêçikên neteweyî ye. Kurd dikarin bi konferanseke neteweyî makeqanûna xwe ya neteweyî, pîvanên danûstandina bi gel û neteweyên din re destnîşan bikin. Di vî warî de peywir bi giranî li ser pişta tevgerên siyasî ye. Lê belê saziyên sivîl, nemaze jî rewşenbîr dikarin ji bo geşbûna yekitiya neteweyî pêşengiyê bikin. Serê pêşîn divê nivîskarên kurd sînorên derûnî, çandî û hizbî ji nav xwe nakin, yekitiya xwe ya neteweyî pêk bînin.
Heke qada sivîl bi hişmendiyeke neteweyî û li ser bingeha neteweyeke yekgirtî rêxistina xwe pêk bîne, danûstandinan li ser vê bingehê bike, hingê dê bizav û rêxistinên siyasî jî zêdetir nêzî yekitî û hevgirtinê bibin. Lewre jî divê serê pêşîn nivîskarên kurd, rojnamegerên kurd, karsazên kurd, karkerên kurd, hawîrparêz û mafparêzên kurd, mamoste û xwendekarên kurd di warê yekitiya neteweyî de pêşengiyê bikin û yekîtiya xwe ya sivîl û demokratîk pêk bînin.
Heke di vê serdemê de jî kurd yekitiya xwe ya neteweyî pêk neynin û çarenûsa xwe bi dest xwe bi destên xwe nenivîsin, êdî nikarin hebûna xwe biparêzin, dê bi polîtîkayên qirkirin û pişaftinê ji holê rabin. Lewre jî kurd mecbûrî yekitî û hevgirtinê ne.