Hevdîtinên heyeta Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û BDP’ê yên li Herêma Federal a Kurdistanê bi partiyên siyasî û rêxistinên saziyên sivîl re dewam dikin. Parlamanterên BDP’ê Mûlkiye Bîrtanê, Murat Bozlak û Ozdal Uçer jî di nav de heyeta ku ji Tirkiyeyê hat herêmê doh êvarê bi Cîgirê Serokê Partiya Demokratên Kurdistan (PDK) Fazil Mîranî, nûnerê Partiya Yekitiyên Demokratîk (PYD) a başûrê Kurdistanê Dr. Hûseyîn Koçer, nûnerên partiya Şûiyên Kurdistan, nûnerên Partiya Zahmetkêşên Kurdistan û nûnerên Partiya Neteweyên Demokratîk yê Kurdistan re li Otêla Şerotonê hatin ba hev. Di hevdîtinan de rewşa Rojhilata Navîn şert û mercên Kurdistanê û çareseriya pirsgirêka kurd hatin nirxandin.
Parlementerê BDP’ê yê Edenê Murat Bozlak bal kişand ser kongreya netewî û got: “Kongre ji bo Kurdistanê gelekî girîng e. Pêdiviya gelê kurd ji her demê zêdedir vê demê bi yekitiyeke xurt heye. Kongre di nava destkeftiyên gelekî mezin de dê pêk bê. Lewma divê demildest ev kongre pêk bê.”
Nûnerê PYD’ê Dr. Huseyîn Koçer jî diyar kir ku di demeke wiha hessas de Kongrêya Netewî ya Kurdistanê peywireke girîng e û ew jî wekî gelê kurd ê Sûriyê ji bo Kongreya Netewî ya Kurdistan amade ne. Huseyîn banga hemû rêxistin û partiyên siyasî kir ku di pêkanîna kongreya neteweyî rol û rista xwe bilîzin.


‘Erka partiyan girîng e'
Piştî PYD’ê heyet bi nûnerên Partiya Şûiyên Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn. Parlamentera BDP’ê ya Qarsê Mûlkiye Bîrtanê li ser navê heyetê axivî û da zanîn ku ew hêvî dikin ku ev hevdîtina wan ji bo darxistina kongrê bibe pêngaveke erênî. Bîtane wiha domand: “Em dixwazin bêy ku dem derbas bikin kongreya neteweyî pêk bînin. Lewma berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê me hemûyan. Erka partiyan girîng e. Divê her rêxistin û partiyeke siyasî yekitiya navxweyî esas bigire.”
Endamê Navenda Partiya Şûiyên Kurdistanê Mihammed Şêxanî derbirî ku daxwazên wan hevbeş in û ev gitin anîn ziman: “Pêwîst e di vê kongreyê de ji bo dewletên desthilatdar peyameke xurt derkeve holê. Di vê demê de pêdiviya gelê kurd a vê peyamê heye.”

Amadekariya kongreyê 

Parlementerê Wanê Ozdal Uçer jî di hevdîtina bi Partiya Yekitiya Netewî ya Demokratên Kurdistan (YNDK) de anî ziman ku ji bo darxistina kongreyê divê hemû partî û rêxistinên kurd bikevin nava liv û tevgerê û wiha axivî: “Em jî wekî Kongrêya Civaka Demokratîk ji bo kongreyê di nav liv û tevgerê de ne. Em dixwazin kongre di vê biharê de pêk bê. Desthilatdarên ku ji yekitiya gelê kurd ditirsin zext û zordestiya xwe zêde dikin. Lewma divê ji niha de amadekariyên kongreyê destpê bikin û helwesteke xurt derxînin holê.”

'Bê PKK’ê kongre pêk nayê'

Sekreterê YNDK'ê Gaffûr Mamûrî  jî anî ziman ku hewceye ku gelê kurd di vê dema hessas de xwedî yek helwestî bin û wiha gotinê xwe bi dawî kirin: “Divê hemû rêxistinên kurd tevlî vê kongreyê bibin. Heke PKK tevlî vê kongreyê nebe ev kongre nabe Kongreya Netewî ya Kurdistanê. Yan jî partiyên me yên parçeyên Kurdistanê tevlî nebin nabe. Divê em hemû dorhêlên siyasî û civakî tevlî kongreyê bikin. Divê yekîtiya navxweyî xurt bibe û hemû dorhêlên li Kurdistanê di nava vê avasaziyê de cih bigirin.”

HEWLÊR - DÎHA




Serdanên heyeta BDP’ê li Başûr didome


Heyeta BDP’ê ya ji Parlementera Qersê Mulkiye Bîrtane, Parlementerê Wanê Ozdal Uçer û Parlementerê Edeneyê Murat Bozlak pêk tê, ya ku ji xebatên ‘Konferansa Neteweyî’ li Başûrê Kurdistanê ne, duh çûn serdana rêxistina PÇDK’ê ya Kerkûkê. Piştre jî, bi nunerên partiyên siyasî û rayedarên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn.
Heyeta BDP’ê di 2’ê sibatê de çûn Başûrê Kurdistanê. Serdan û hevdîtinên heyeta BDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Tê payîn ku heyeta BDP’ê dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî û rayedarên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nunerên hemû partiyên siyasî re hevdîtin pêk bînin.
Heyeya BDP’yê ya 4 roj in li Başurê Kurdistanê pêwendiyên xwe didomîne, serdana Parlamantoya Herêma Kurdistanê kir. Piştî serdanê li ser navê heyetê Parlamentera BDP’yê ya Qersê Mulkiye Bîrtaneyê ji çapemeniyê re daxuyand ku armanca serdana wan danûstandinên der heqê lidarxistina Kongreya Neteweyî de ye û hewl didin ku di vî warî de aliyan han bidin

HEWLÊR - ANF