Henermendan diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bi têkoşîna hevpar pêk were û wiha dewam kir, "Heke Kongreya Neteweyî pêk were, wê demê komplo wê pûç bibe, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wê azad bibe’’

Hunermendên Kurd di salvegera Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn û gotin, "Armanca komployê tesfîyekirina têkşina Azadiya Kurd bû. Heke li dijî vê li her deverê têkoşîn were xurtkirin Kurd wê azad bibin."

Hunermend Diyar Dêrsim got, "Sedema radestkirina Rêber Apo bi komployê îro ji kaosa Rojhilata Navîn baştir tê fêhmkirin. Şerê Cihanê yê Sêyemîn li herêmê jî çespandina vê yekê ye."

Dêrsim diyar kir ku di salvegera 18. a komployê de tecrîd li Imraliyê hatiye girantirkirin û got: "Heke Kurd yekîtiya xwe pêk bînin, li şehîd, têkoşîn û rêbertiyê xwedî derkevin, dikarin ji heqî kaosa Rojhilata Navîn derkevin û bi awayekî xurt têkevin sedsala nû. Ji bo vê jî yekîtî şert e. Heke em vê nekin dibe ku sedsaleke din jî ji dest biçe."

Bi Kongreya Neteweyî Ocalan wê azad bibe

Hunermend Nasir Rizazî jî got, komplo gelek tişt ji dest Kurdan birin lê di heman demê de kir ku pirsa Kurd li tevahiya dinyayê were nasîn. Rizazî lêi ser miajrê wiha peyivî: "Di serdemeke baştir de ji ber sedemên navxweyî û derveyî me nekarî kongreyê pêk bînin. Heke partiyên siyasî diyalogê deynin, pirsgirêkên navxweyî çareser bikin Kongreya Neteweyî wê pêk were. Heke Kongreya Neteweyî pêk were, wê demê komplo wê were pûçkirin, Rêberê Gelê Kurd jî azad bibe."

Ji bo azadiya Rêber Apo ya fizîkî têkoşîn divê

Hunermend Zozan Gabar jî got, "18 salên komployê êşên giran dane gelê Kurd. Ji ber ku koplo di serî de mîmarê azadiyê Rêber Apo radest kir". Gabar tiştên ku divê li dijî komployê werin kirin jî wiha kirin rêz: "Komploya li dijî Rêber Apo hebûna Kurdan kiribû armanca êrîşa xwe. Xwestin ku Kurdan ji sîsikê ve teslîm bigirin. Rêber Apo li gel ku li Îmraliyê jî bû got, ‘ez azad im’, ‘hûn a rast ji bo azadiya xwe têbikoşin, ku hûn azad bibin, ez jixwe azad im’. Heke em dixwazin azadiya Rêber Apo a fizîkî pêk bînin, heke em dixwazin pê re Kurdan û mirovahiyê, jinê azad bikin, naxwe divê em têkoşînê xurt bikin. Tenê bi têkoşînê azadî dibe. Ev têkoşîn di hunerê de dibe, di şer de, di berxwedanê de, ne girîng e. Lê teqez divê têkoşîn hebe." 


 KERKÛK