Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Parlemana Herêma Federe a Kurdistanê û Parlemanterê YNK’ê Salah Mahmood, Seroka Komîsyona Jinê û Endama Komîsyona Civaka Sivîl Parlemantera Goranê Afear Îbrahîm Husseîn û Parlemanterê PDK’ê Momammedalî Yaseen Taha beriya bi çend rojan ji bo hin hevdîtinan li Amedê çûn Amedê û der barê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî başûrê Kurdistanê, Şengal û Kobanê û ji nû ve înşakirina Kobanê de daxuyaniyên girîng dan.
Husseîn: Li dijî komkujiyan divê em ji bo Kongreya Neteweyî hewl bidin
Seroka Komîsyona Jinê û Endama Komîsyona Civaka Sivîl Parlemantera Goranê Afear Îbrahîm Husseîn bal kişand ser şerê li başûrê Kurdistanê ya bi çeteyên DAIŞ’ê re û got, başûrê Kurdistanê û Rojava bi şerekî mezin re rû bi rû ne. Afear Îbrahîm Husseîn anî ziman ku ji bo DAIŞ tine bibe bi tevahiya hêza xwe şer dikin."
Husseîn îşaret bi girîngiya Kongereya Neteweyî ya ku tê hêvîkirin kom bibe jî û got, divê ewil êrîşên heyî bi awayeke hevpar bên bi dawîkirin û piştî wê jî kongreya neteweyî kom bibe û wiha dewam kir: “Divê çar parçeyên Kurdistanê li pişt hev bin. Lê niha em bi şer re rû bir û ne. Komkujî li ser me pêk tên. Ji bo ku ji van qatlîaman rizgar bibin divê em ji bo kongreya neteweyî hewl bidin.”
Mahmood: Dema yekîtiya siyasî ye
Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a parlemana Herêma Federel a Kurdistanê û parlemanterê YNK’ê Salah Mahmood jî bal kişand ser hêzên kurdan ên bi hev re li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirine.
Mahmood diyar kir ku DAIŞ ber bi tunebûnê ve diçe û ji bo helwêsta gelê bakurê Kurdistanê ya dema êrîşên li dijî Rojava û başûrê Kurdistanê spasiyên xwe pêşkêş kir. Mahmood anî ziman ku li 4 parçeyên Kurdistanê şervanên kurd li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û ji bo yekîtiya neteweyî yekîtiya eskerî pêk hatiye û niha pêwîstî bi yekîtiya siyasî heye.
Mahmood li ser daxuyaniya Fermandarê Navenda Parastinê ya Gel Murat Karayilan a “Em ê vekişandina gerîla ji başûrê Kurdistanê nîqaş bikin” jî got, di şikandina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî başûrê Kurdistanê de roleke girîng a PKK’ê çêbûye, PKK ji bo hemû parçeyên Kurdistanê li cihekî girîng e û divê her tim hebin, ev biryar dê ji aliyê rayedarên KCK û PKK’ê ve bê dayîn û ew ê li hemberî hemû biryarên wan bi rêzdarî nêzîk bibin.
Taha: Xwîna hêzên Kurdistanê tevli hev bû
Parlemanterê PDK’ê Mohammedalî Yaseen Taha jî anî ziman ku peşmerge û gerîlayên HPG’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê parastina Kurdistanê mil bi mil şer kirin û di heman mewziyan de şer kirine û wiha peyivî: “Bi hev re li Rojava û başûrê Kurdistanê şer kirin, bi hev re parastine. Hêzên Kurdistanê dest dane hev û xwîna wan di vî şerî de tevli hev bûye. Em ê li dijî terorê paş ve gav neavêjin serkeftin dê ya me be. Li parlemana Kurdistanê di Komîteya Peşmerge de civînek heye. Bi biryara ku me li vir girt, çawa peşmerge tê ziyaretkirin dê gerîla jî bê ziyaretkirin. Li wir gerîla û peşmerge heman xebat meşandin, heman xizmet kirin.”
YASÎN KOBULAN/DÎHA / AMED