Fermandarê Navenda Parastina Gel (NPG) û Endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan têkildarî berxwedana Kurdan a li dijî çeteyên DAIŞ'ê got, "Gerîla û pêşmerge, YPG û YBŞ û hemû hêzên berxwedanê yên Kurdistanî li pêş her kesî raber kirin ku DAÎŞ ne hêzeke nekeftî ye. Mirov dikare bi bin xîne û mirov dikare bişkîne. Hemû cîhanê jî ji vê îlham girt, hêz girt."  Têkildarî pêwistî û lezgîniya rizgarkirina Şengalê jî Karayilan bang li hêzên Kurdistanî kir ku koordinasyon û fermandariyeke hevbeş were avakirin. Karayilan got; "Taqeta gerîla heye bi tena xwe bajarê Şengalê rizgar bike. Lê me dît ku ger em bi tena xwe tevgera rizgarkirinê bi pêş bixînin wê pirsgirêk di navbera siyaseta Kurd de û ev fêmkirina şaş wê kûr bibe. Ji bo vê me tevgera rizgarkirina Şengalê giran kir û me xwest hewldanên ku em DAIŞ biperitînin ango derbê lêdin bi pêş xist ji bo ku rizgarkirin hêsantir bibe." Karayilan pirsên rojnameya me yên derbarê pêvajoyê de wiha nirxandin:


DAIŞ'ê di sala 2014'an di meha Tebaxê de li Şengalê komkuji pêk anî, hêzên HPG'ê derbasî Şengalê bûn. Li Şengalê hêzen HPG/YJA Star, YBŞ, YPG û Pêşmerge li dijî çeteyan şer dikin, lê heta niha temamiya Şengalê ji çeteyan nehatiye rizgarkirin. Sedemên wê çi ne?

Wekî tê zanîn li ser gelê me yê Kurdên Êzîdî fermana 73’an di 2’ê Tebaxê de destpê kir. Di 3’ê Tebaxê de agahiya me û agahiya raya giştî jê çêbû ku DAIŞ ketiye herêma Şengalê û li wê derê di hêzên parastinê de şikandinek û paşvekişînek heye. Li ser vê agahiyê me biryar girt ku gerîla bi lezgînî biçe bi hewara gelê me yê Êzîdiyên Kurd û biçe alîkariya hêzên parastinê. Ango ji bo piştevaniyê û ji bo parastinê gerîla di 3’ê Tebaxê de tevgeriya û xwe gihand Şengalê. Niha ev tiştek pir girîng bû. Ev piştevaniyek e. Ev pêkanîna erkên neteweyî, demokratîk û însanî ye. Ji ber ku gelê me li wir bi komkujiyekê re rû bi rû bû. Vê mudaxeleya HPG û YJA Star’ê rê neda ku hemû planên DAIŞ’ê li Şengalê bi ser kevin. Gerîla Çiyayê Şengalê girt, parast û bi saya vê nêzî 150 hezar însanên me; Kurdê Êzîdî hatin parastin û korîdora mirovahî hat vekirin û hemû gihiştin Rojavayê Kurdistanê cihê ewle. Li Çiyayê Şengalê bexwedanê dewam kir û derodora 10 hezar însanên Kurd ê welatparêz û berxwedanvanan jî axa xwe neterikandin û li wir man. 4 meh û nîvan bi şerê gerîla, rê nehat dayin ku DAIŞ karibe çiya û gundên di binaniya çiyan de heyî kontrol bike û wisa nehişt ku planên DAIŞ'ê bi ser bikevin. 

Di vê demê de ji bo ku Şengal bê dorpêç kirin hêzên DAIŞ’ê li ser Rabîa û Cezaa gelek êrîş bi pêş xistin. Li hemberî van êrîşan berxwedana hêzên YPG û YPJ'ê pir zêde bi wate bû. Wan di vê berxwedanê de gelek şehîd dan û rê nedan ku dorpêçkirina Şengalê temam bibe.  

Bi giştî di hundirê Şengalê de hêzên HPG, YPG û YBŞ’ê berxwedanek bi wate bi pêş xistin. Bi hatina pêşmergeyan re jî rengê neteweyî hîn xurtir bû. Di vê qonaxê de bi taybet YBŞ'ê damezrandina xwe îlan kir. YBŞ di hundirê şer de ji ciwanên Êzîdî bixwe xwe ava kir û van ciwanan nav li xwe kir ku Yekîneyên Berxwedana Şengalê ne. Ev sekneke pîroz û bi rûmet e. Ev ciwanên bi germî tevlî berxwedanê bûn û navê YBŞ li xwe kirin, li kêleka wê gelê me tevî zar û jinên xwe Şengal neterikandin. Li Çiyayê Şengalê man. Ev helwesta însanên me yên welatparêz ên ku li axa xwe, baweriya xwe û ola Êzîdî di bin şert û mercên dijwar de xwedî derketin, ê esîl ew in. Cardin ez xelkê me yê Şengalê yê ku axa xwe neterikandin, ligel gerîla cih girt û li ber xwe dan, silav dikim. Bi giştî berxwedanek girîng pêk hat û vê li pêşiya planên DAIŞ'ê astengek cidî çêkir. 

Piştevanî çûyina gerîla bo Şengalê roleke girîng leyist. Pêşiya komkujiya mezin girt, pêşiya plana DAIŞ'ê ku bi temamî li Şengalê qirkirinê pêk bîne girt û wisa rê vekir ku Şengal bibe cih û warê berxwedanê û ji bo rizgariya Şengalê jî bingeh amade kir. Vê kiryarê bêguman barê siyaseta Kurd bi taybet barê hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê sivik kir. 


Pêngava rizgarkirina Şengalê hate destpêkirin lê belê piştî demeke kurt  ev pêngav ji ber spekulasyonan hate rawestandin an giran kirin. Sedema vê yekê çi bû?

Mudaxeleya gerîla pêşiya bûyer û qetlîamên mezin girt. Her wiha bingeh ava kir ku Şengal bibe qada berxwedanê. Jixwe piştî wê bi demekê pêşmerge jî çû Şengalê wisa bû qadeke neteweyî. Û ji bo berxwedaneke neteweyî lê bi pêş bikeve zemîn ava kir. Dûvre li milekî pêşmerge li milê din jî gerîla tevgera rizgariya Bakurê Şengalê destpê kir. Û Bakurê Şengalê bi temamî hate rizgarkirin. Planên HPG’ê li ser bajêr jî bi pêş ket ku ji bo li bajêr jî rizgarî bi pêş bikeve. Gerîla ji bo vê ket tevgerê û pêşmerge jî hat tevlî tevgerê bû. Ji bo ku bajar bi temamî bê rizgarkirin rojek pêde şer çêbû. Rojên dûv wê re eşkere bû ku hemû hêz ji bo rizgarkirina Şengalê ne amade ne. Û di rojevê de planeke wisa ya rizgarkirinê jî nehatiya amadekirin. Ji bo vê hemleya rizgarkirina bajarê Şengalê û Başûrê Şengalê wisa hat giran kirin.  Dema me dît biraderên me yên pêşmerge û fermandariya wan niha naxwazin hemleyeke rizgarkirina bajêr bi pêş bixînin me xwest ku em ne bi tenê bi hev re hemleya rizgarkirinê bi pêş bixînin. Ji bo vê diviyabû ku guftûgo çêbe fermandariyeke hevbeş çêbe, koordînasyoneke giştî çêbe heta mirov karibe Şengalê rizgar bike ango di vê derheqê de em dixwazin tiştên li Şengalê bibe bi nav û deng hemû neteweyî be. Ne ku em weke PKK'ê bi tena xwe bikin. 


Piştevaniya gerîla şaş nirxandin

Di vê derheqê de ji ber ku piştevaniya gerîla şaş hat destgirtin wekî ku gerîla ne ji bo erkeke neteweyî, demokratîk, exleqî û însanî çûye heçku ew jî çûye li wir perçek bi dest xwe bixîne bi vî rengî hate destgirtin. Bêguman ev şaş bû. Niyeta tevgera me û gerîlayê çûye wir bi temamî piştevaniya gelê me û xwedî derketina gelê me yê Êzîdiyên Kurd û piştevaniya siyaseta Kurd e. Ne ku gerîla çûye wir Şengalê ji Başûrê Kurdistanê cuda bike. Ne ku li wir wê sîstemeke derveyî Başûrê Kurdistanê bi pêş bixîne.  Me her tim gotiye û her kes dizane Şengal perçeyekî Başûrê Kurdistanê ye. Ger li wir çi sîstem bi pêş bikeve, wê di bin sîwana federasyona Kurdistanê de çêbe. Tiştê em dibêjin, divê ku Kurdên Êzîdî li Şengalê xwedan sîstemeke taybet bin, karibin xwe bi xwe birêve bibin û xwe bi xwe biparêzin. Wisa di bin sîwana Federasyona Kurdistanê de cihê xwe bigrin. Ev ne cudaxwazî ye. Berovajî wê, di vî şêwazî de xurtkirina Federasyona Kurdistanê heye.  Lê hinek kesan bi zanebûn xwestin şaş raber bikin, hinek kesan şaş fêm kir, mumkin e ku hinek rêbazên ji aliyê me de şaş raber bibe jî bi pêş ketibin. Wisa xuya bû ku gerîla dixwaze Şengalê ji Başûrê Kurdistanê qut bike û cuda bike. Tiştekî wisa nîne. Ger ku wisa bûna wê gerîla plana rizgarkirina Şengalê bi pêş bixistana. Roja îro taqeta gerîla heye bi tena serê xwe bajarê Şengalê rizgar bike. Lê me dît ku ger em bi tena serê xwe tevgera rizgariyê bi pêş bixînin, pirsgirêkên di nava siyaseta Kurd de û ev fêmkirina şaş wê kûr bibe. Ji bo vê me tevgera rizgarkirina Şengalê giran kir û me xwest hewldanan bi pêş bixin da ku em DAIŞ'ê biperitînin ango derbe lêbidin, ji bo ku rizgarkirin hêsantir bibe. Niha ev nêzî 5 mehan e, her şev û roj gerîla û pêşmerge jî derbê li DAIŞ'ê dixînin. Ji bo DAIŞ têde lawaz bibe ku qet nebe miriov karibe hêsanîtir Şengalê rizgar bike. 


Ji bo rizgarkirina Şengalê hêvî û daxwaza we ji hêzên din ên Kurdistanî çi ye. Şert û mercên avakirina hêzeke hevbeş hene gelo?

Hêviya me heye ku di nav siyaseta Kurd de hevbeşî çêbe, fermandariya hevbeş çêbe û wisa mirov Şengalê bi temamî rizgar bike. Di raya me de şert û mercê wê hene. Hêzên Kurd ger ku bi hev re yekîtî çêkin û fermandariya hevbeş ava bikin pir lezgînî dikarin Şengalê rizgar bike. Bi vî awayî wê bi rengekî neteweyî rizgarkirin pêk were.  Em wekî gerîla bi tena serê xwe jî dikarin pêngava rizgarkirina Şengalê pêk bînin. Lê dema em bi tena serê xwe bikin guman e ku pirsgirêkên navxweyî û siyasî kûr bibin. Ji bo vê em li hêviyê ne ku biraderên me jî vê heqîqetê bibînin û werin em bi hev re ji bo rizgariya Şengalê plan û tevgerekê bi pêş bixînin. Niha li Şegalê gerîla, pêşmerge û cameatên serbixwe yên Êzîdî mil bi mil ve li hemberî êrîşên DAIŞ'ê radiwestin û berxwedan heye. Di emel de yekîtiya neteweyî çêbûye. Divê ku di siyasetê de jî ev yekîtî pêk were û biryar derkeve ku fermandariya hevbeş çêbe, Şengal û hemû deverên Kurdistanê ji bin destê DAIŞ’ê bên rizgarkirin. 

Bi wesiyleya vê roportajê em bang li hêzên eleqdar û siyaseta Kurd dikin ku ji bo plana rizgarkirina Şengalê têkeve meriyetê pêwîst e li Şengalê hevbeşî çêbe. Banga me ev e. Em hêvî dikin ku di vê derheqê de di rojên pêş me de pêşveçûn çêbe û ev berxwedana niha ku HPG, YJA Star YBŞ û pêşmerge bi hev re dimeşînin, ev berxwedanek hêja ye û banga yekîtiya neteweyî ye. Wê li gorî vê berxwedanê planeke rizgarkirinê jî têkeve rojevê. Plana me ev e. Lê ger ku nebe, bi rastî em bi xwe jî di nava xwe de li ser guftûgo dikin hevalên me naxwazin li wir zêde bisekinin. Dixwazin têkevin tevgerê. Ango di vê derheqê de hem navbera me xwe bi xwe de nîqaş heye, hem di navbera me û biraderan de nîqaş hene. Armanc û daxwaziya me ev e ku em rizgariya Şengalê hêj lezginî têxin rojevê.


Car carna balafirên Koalisyonê li Şengalê li çeperên çeteyên DAIŞ'ê didin, hûn wekî HPG vê bes dibînin? 

Hêzên hevpeymaniya navneteweyî wekî tê xwestin li ser Şengalê ranewestiyane.  Ji bo gelê me yê Êzîdî ji vê zehmetiya heyî xilas bibe, gelê me yê esîr azad bibe, hewldanên cidî pêwîst in. Bi balafiran li çeteyan xistin  baş e û dijmin diwestîne, diperîtîne û bingehê rizgarkirinê amade dike. Lê tena xwe ev tişt têr nake. Divê helwdanên hîn lezgîn û berfireh ji gelê me yê Êzîdî re bibin bersiv.


Li gorî tê zanîn hêzên HPG'ê û YJA Star'ê ne tenê li Şengalê, li gelek deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Helwêsta rêxistin û gelê Başûr li hemberî gerîla çawa ye? 

Rast e hêzên me tenê ne ji bo Şengalê ketin tevgerê ji ber ku piştî demekê şûn de DAIŞ'ê berê xwe da Hewlêr, Mexmûr û Kerkûkê. Eşkere bû ku tevahî destkeftiyên Başûrê Kurdistan bi xeteriyekê re rû bi rû ne. Ji bo vê em jî wekî HPG û YJA Star'ê xwe li ber parastina nirxên destkeftiyên gelê Kurd berpirsyar dibînin. Bêyî ku kes dawet bike me dawxaz kir ku em ji bo parastinê derbasî qadan bibin. Hêzên me berê xwe dan Laleş, Dihok, Hewlêr, Mexmûr û Kerkûkê. Li van deveran, li her yekê me alayek hêzên leşkerî têde erkdar kir. Çûyina hêzên me ji bo gelê me yê Başûrê Kurdistan û pêşmerge rolek leyis moral ava kir. Di milê Mexmûrê de hêzên me di pêş de sekinîn vê rê vekir ku hêzên Kurdistanî xwe komî ser hev bikin û sengerek li hemberî DAIŞ’ê vekin. Di destpêkê de hemû hêzên Kurdistanê pêşmerge û siyaseta Kurd ev hewldana HPG bi xweşbinî pêşwazî kir. Heta wekî tê zanîn birêz Mesûd Barzanî hêzên me yê Mexmûrê ziyaret kir û spasî pêşkeş kir. Vê ji bo têkiliyek baş bi pêş keve bingehek ava kir. Di navbera gerîla û pêşmerge de ji Şengalê heta Kerkûkê têkiliyên baş û birayane bi pêş ketin. Niha jî wisa ye. Lê wekî tê xwestin di jor de jî hevbeşî bi pêş biketena wê xurttir bibûna, lê ev nebû û ev kêmasiyek e. 

Ya din hêzên Başûrê Kurdistan bi taybet di çapemeniyê de nedixwestin eşkere bikin ku HPG li vir heye û di nava berxwedanê de ye. Çalakiyên hevbeş jî dema ku ji çapemeniyê re eşkere dikirin behsa gerîla HPG û YJA Star'ê nedikirin cardin wekî tê xwestin avakirina piştevanî û zemîn bi pêş nediket. Ji bo vê me demekê got, em di nava xwe de nîqaş dikin. Ango di vê çarçovê de hinek pirsgirêk peyda bûn. Lê cardin têkiliyê di navbera gerîla û pêşmerge niha jî baş in. Di vê derheqê de ji bo di navbera siyaseta Kurd de yekîtiyek bi pêş nekeve di raya min de hinek enfermasyonên biyanî wekî dagirkeriya kûr dewrê xwe leyistin. Ji bo şik û guman peyde biin ji bo têkiliyên germ çênebin fitne gerandin, lê niha jî têkiliyên me ne xerab in. Îro ji her demê bêhtir di navbera me de têkiliyeke bingehîn di asta pêşmerge û gerîla de hatiye avakirin. Her çendî di helwêsta siyaseta Kurd û rêxistinên Başûrê Kurdistan de kêmasî hebin jî mirov dikare vê heqîqetê bîne ziman. Divê siyaseta Kurd li ser esasê vê bingehê têkiliyên pêşdetir ên neteweyî bi rê bixîne û ava bike. Hinek mijarên mirov rexne bike hene, lê bingehê xurtkirina têkiliyan jî heye. 


 Herî dawî jî rojnameya New York Times'ê ragihand ku madeyên çeteyên DAIŞ’ê ji bo çêkirina bombeyan bikar tînin, ji Tirkiyeyê diçin. Hûn tekîliya dewleta Tirk bi DAIŞ'ê re çawa dinirxînin? Siyaseta ku dewleta Tirk bi DAIŞê re dimeşîne çi ye? 

Têkiliyên di navbera AKP û DAIŞ’ê de tiştekî eşkere ye. Hewceyî bi nîqaşê nîne. Ez bawer im ku her kesê ku ji heqîqeta Rojhilata Navîn fêm dike vê tiştê dizane. Têkiliyê dewleta Tirk, hikûmeta AKP û DAIŞ’ê hene. Heta niha bi dehan ispatê wê çêbûne. Tiştê ku rojnameya New York Times ragihandiye ji sedî yek e. Roja îro DAIŞ li Iraqê, Sûriyeyê û li Rojava û Başûrê Kurdistanê şer dimeşîne. Ev şera lojîstik û cebilxaneya xwe hemû ji ku derê tê? 7 mehan li Kobanê şerekî dijwar hat meşandin. Bi sedan ton TNT li wir hat teqandin her hal ji asîman de ji DAIŞ’ê re nayê, dewletên nêz didin. Yek ji wan dewletan jî Tirkiye ye. Tirkiye bila her bêje, ‘na’ û înkar bike. Lê berçav e. Deriyê Akçekale û Til Ebyet diyar e. Deriyê Karkamiş û Cerablûsê diyare çawa dişixule. Eşkere ye û têkiliyên wan hene. Bi esasî ne tenê Tirkiye ye ez bi giştî dibêjim ‘dagirkeriya kûr’. Dagirkeriya kûr DAIŞ xurt kir û xwestin bi destê DAIŞ’ê şoreşa Rojavayê Kurdistan tesfiye bikin. Xwestin derbe li PKK’ê bixînin û xwestin ji hikûmeta herêma Kurdistan jî sînor deynin. Bi awayekî vekirî xwestin têxin dorpêçê derbe lêbixin, Şengal û Kerkuk bigrin. Heta xwestin ber deriyê Hewlêr herin destdirêjî li ser destkeftinên gelê Başûrê Kurdistan bikin. Ev plana dagirkeriya kûr e.  Nexwe DAIŞ ji bo çi çêbûye ku destpêkê berê xwe da Kurdan? Hem li Başûr wisa ye hem li Rojava ev wisa ye. DAIŞ şerekî li dijî Kurdan dike. Sedema xwe ev e li pişt vê planê dagirkeriya kûr heye. Ji bo vê DAIŞ şer dijî Kurdan di asta yekemîn de girt dest. Lê plana wan binkeft.  Di vê wateyê de polîtîkayên dewleta Tirk, AKP û dagirkeriya kûr binkeft. Êdî gelê Kurd pêşiya xwe vekiriye û siyaseta berxwedana hêzên parastina Kurdistanî encam girt. Îro jî ev berdewam e û wê heta dawî encam bigre. 

Di vir de gerîlayê azadiya Kurdistanê û bi giştî hêzên berxwedanê yên Kurdistanî ev tişt raber kirin ku DAIŞ ne hêzeke nekeftî ye û em dikarin wê bi bin bixin. Va ye, li Şengalê, li Kobanê bi bin ketin dûvre li Zumer, Kerkûk û Mexmûrê hatin sekinandin û paşvexistin. Di gerîla de ruhê Apogerî yê fedaî rolekî girîng leyist. Gerîla û pêşmerge, YPG û YBŞ û hemû hêzên berxwedanê yên Kurdistanî li pêş her kesî raberkirin ku DAIŞ ne hêzeke nekeftî ye. Mirov dikare wê bi bin xîne û mirov dikare wê bişkîne. Hemû cîhanê jî ji vê îlham girt, hêz girt. Heta ji berxwedana Kobanê hemû çepê Tirkiyeyê û cîhanê jê ruh û hêz girt. Berxwedana gelê Kurd  derfetên pir girîng jî bi xwe re ava kirin. Ji bo ku ev derfet di berjewendiyên gelê Kurd de bên bikaranîn divê ku platformeke neteweyî bi awayekî lezgîn ava bibe. Roja îro herî zêde hewcehî bi vê heye. 


Sibe...

Sedema hewldanên provokatîf ên AKP'ê  

Li hemberî provokasyonan helwêsta HPG'ê wê çi be?

Girîngiya hilbijartinên 7'ê Hezîranê...

* Zextên dewleta Îranê û serhildana Mahabadê


ZÎLAN LAÇ