Pêşangeheke hunermend Zehra Dogan diviya li galeriya Joseph Wales Studio ya li bajarê ingilîstanê Margate pêk bihata, lê ew hat bipaşvexistin. Lê organîzatoran li şûna berhemên wê, rêzek berhemên hunerekî serketî wê ji 4´ê Sibatê heta 28´ê wê nîşan bide.

Ev pêşangeha bi navê The True Outsiders Unite (Yekkirina vederkiriyan ya bi rastî) tê li darxistin û tê de wê berhemên Jeremy Deller, Tracey Emin, Annabelle Losa, Nick Reynolds, Pete Doherty û organîzatorê pêşangehê Dean Stalham jî hebin. Îro êvarê pêşangeh deriyê xwe wê li xelkê veke. Di galeriyê de wê 70 posterên dêwane yên xelkê deverê cihê xwe bigirin. Wêneyê van kesan par di dawiya projeya hunerê ya global a bi navê Out de hatibûn girtin. Li 129 welatan 260 hezar kes beşdarî vê projeyê bûbûn.

The Joseph Wales Studio plan dikir sibe pêşangeha Zehra Dogan bide destpêkirin, lê ji ber sedemeke wê eşkere nekiriye, ev pêşangeh hatiye bipaşvexistin. Galeriyê heta niha nedaye zanîn ka ev pêşangeh wê hema piştî vê çêbe, yan demeke din wê ji bo wê bê diyarkirin.

 

 NAVENDANÛÇEYAN